Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin

  • rojane
  • 12:38 30 Nîsan 2024
  • |
img
AGIRÎ - Doza derbarê rojnameger Abdullah Kaya de hatiye vekirin careke din hate taloqkirin. Dadgeha diyar kir ku lêkolîna derbarê alavên Kaya ên piştî desteserkirinê winda bûne hatiye destpêkirin, berdewam dike. 
 
Danişîna 29’emîn a doza derbarê nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Abdullah Kaya ku bi Biryarnameya Hikmê Qanûnê de (KHK) hate girtin, bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “alîkariya rêxistinê” hatiye vekirin, di 2’yemîn Dadgaha Cezayê Giran a Agiriyê hat lidarxistin. Kaya di danişînê de amade bû û danişîn bi diyarkirina nasnameyan dest pê kir. 
 
‘ROJNAMEGERÎ TÊ DARIZANDIN’
 
Kayayê wek negirtî tê darizandin, di parastina xwe de da zanîn ku rojnamegerî ne sûc e û wiha axivî: “Di şexsê min de rojnamegerî tê darizandin. Divê karûbarên rojnamegeriyê wek sûc neyên destgirtin. Zirarê dide pêşveçûna vî welatî. Ji ber dema ku li welatekî rojnamegerî azad nebe, dê tu kes nikare qala azadiyê bike. Tevî ku dadgehê di 20 cotmeha 2020’an de biryara teslîmkirina alav û amûrên min daye jî hêj jî nehatine dayîn.” 
 
Kaya bi bîr xist ku alav û amûrên wî yên hatine desteserkirin li midûriyeta polîsan wenda bûne wiha pirsî: “Çawa dibe ku tiştên di emaneta dewletê de winda dibin?”
 
Serokê dadgehê diyar kir ku lêkolîna peydakirina alavên Kaya dom dike û ji bo kêmaniyên dosyeyê werin tememkirin, danîşînê taloqî 25’ê hezîranê kir.