Daxwaza girtina polîsê Oner qetil kiribû dîsa hate redkirin

  • rojane
  • 11:45 30 Nîsan 2024
  • |
img

AMED - Danişîna doza polîsê bi navê Selahattîn Korkmaz ku bi wesayîta zirxî Şahîn Oner qetil kiribû hate lidarxistin. Daxwaza girtina Korkmaz dîsa hate redkirin. 

Di 10’ê sibata sala 2013’an di çalakiyeke li Taxa Şehîtlîkê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê de wesayîteke zirxî li ciwanê bi navê Şahîn Oner (19) xist û qetil kir. Derheqê ajokarê wesayîta zirxî polîsê bi navê Selahattîn Korkmaz de doz hatibû vekirin. Di 23’yê mijdara 2021’ê de ji ber sûcê “Bi qisûra xwe ya qesdî bû sedema mirinê” 4 sal û 5 meh û 10 roj cezayê hefsê li Korkmaz hate birîn. Lê belê ev ceza ji hêla Dadgeha Îstînafê ve hate xerakirin û darizandina Korkmaz jinûve dest pê kir. Danişîna dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Polîsê bersûc û parêzerê wî tev li danişînê nebûn. Parêzerê malbata Oner, Yakup Guven di danişînê de amade bû. Her wiha parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sevîlay Çelenk û Adalet Kaya danişîn şopandin. 
 
'HÊZÊN EWLEKARIYÊ DELÎL TUNE KIRIN’
 
Danişîn piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Parêzer Yakup Guven di parastina xwe de diyar kir ku di tevahiya pêvajoya dadgehê de wan gotiye ku sûc “biqesdî” hatiye kirin. Guven, wiha domand: “Beriya betalkirinê me parastineke dirêj kir. Me got ku ev yek encama polîtîkaya necezakirinê ye. Karê dozger ew e ku lêpirsînê bide destpêkirin û bibe wesîleya derxistina holê ya rastiya madî ye. Hêj gumana sûc nû derketibû holê ku Walîtiya Amedê got; ‘Madeya teqemeniyê ya ku kesekî dixwest biavêje polîsan li ser wî teqiyaye’ û bi vê yekê re zext kir ku rastiya madî dernekeve holê. Hewl da faîl biparêze. Gelo ev agahî ji ku derê jê re hatiye? Me got ku tiştekî xelete ku ev bûyer weke ‘qezaya trafîkê’ were nîşandan. Eşkere ye ku endamê hêzên ewlekariyê bûye serdema vê mirinê. Nabêjin ku wesayîta zirxî weke çek hatiye bikaranîn. Wê demê her kesê wesayîtên zirxî bi kar tînin bila mirovan bikujin. Piştre jî bila bibêjin ‘qeza bû’ û girteka xwe wisa amade bikin. Teqez e ku sûc hatiye kirin. Malbata kesê hatiye kuştin xemgîn dibe ku sûcdar jiyana xwe ya asayî didomîne.” 
 
Di berdewamê de Guven da zanîn ku polîsan piştî bûyerê kesên nedixwestin şahidiyê bikin weke şahid li wan guhdarî kiriye û wiha pê de çû: “Hêzên ewlekariyê hewl didin delîlan tune bikin. Ji bo parastina hevalê xwe delîl tune kirin.” 
 
DAXWAZA GIRTINÊ HATE REDKIRIN
 
Guven, got ku di bûyerê de “qesda kuştinê” heye û xwest bersûc were girtin. 
 
Dadgehê jî daxwaza girtinê red kir û danişîn taloqî 9’ê cotmehê kir.