ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2024'AN

  • rojane
  • 09:02 27 Nîsan 2024
  • |
img
 
* Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo ji bo şagirtên xwe kampanyaya enstrumanan da destpêkirin. Ji mamosteyên dibistanê Mizgîn Dûrûk diyar kir ku wan ji bo ku şagirtên ku dixwazin xwe di qada muzîk û hunera kurdî de pêş ve bibin vê kampanyayê daye destpêkirin û banga hestyariyê kir. 
 
* Ji ber çalakiya şermezarkirina xespkirina vînê ya li Wanê, li Edeneyê der barê kesên rastî êrişa polîsan hatin de lêpirsîn hat vekirin. 
 
* Hevberdevkê Komîteya Amadekar a Mîtînga 1'ê Gulanê ya Êlihê Cîhan Tuzun got: "Em li dijî kedxwarî, çewisandin, bêedaletî û newekheviyê bibin yek." 
 
* Girtiyê nexweş Cebraîl Vûral (50) ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket wiha got: "Ez di zindanê de ji nû ve çêbûm."
 
* Şanoger Ozcan Ateş û Perwîz Ehmedî yê Rojhilatî diyar kirin ku her çiqas êrîş li şano û şanogerên kurdan kirin jî, şanoya kurdî mezintir bû û wiha gotin: Dê ji niha pê ve jî şanogerên kurd tekoşîna xwe bidomînin û bi rêya mîhrîcanan pirsgirêkên xwe çareser bikin.”
 
* Berdevka Meclisa Jinan a Dem Partiyê Halîde Turkoglû, beriya civîna bi hevserokên jin ên partiya xwe re ya li Navenda Giştî ku dê encamên hilbijartinê binirxînin, dê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (10.00) 
 
* Dayikên Şemiyê, dê 996’emîn çalakiya xwe ya her hefte bi daxwaza aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û faîl bên darizandin li Qada Galatasarayê pêk tînin dê li dar bixin. (12.00) 
 
* ÎHD, dê çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” ku her hefte li dar dixe li Amed, Êlih û Colemêrgê berdewam bike. 
 
* Li Îzmîrê partiyên siyasî û saziyên mafên mirovan dê têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan berdewam dikin li ber Girtîgeha Jinan a Şakranê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00) 
 
* OHD û MED TUHAD-FED dê “rapora binpêkirina mafan ên li girtîgehan a sala 2022-2023’yan” dê li Şaxa ÎHD’a Dîlokê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji rayagiştî re parve bike. (12.00) 
 
* Ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş ÎHD û Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî dê li Îzmîr, Stenbol û Enqereyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.30) 
 
* Odeya Bijîşkan a Amedê dê li Eywana Konferasnê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê dê civîna xwe ya Lijneya Giştî li dar bixe. (13.00-18.00)