Li Efrînê 2 welatî hatin revandin

  • rojane
  • 11:52 26 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê 2 welatî revandin û îşkence li kesekê kirin.
 
Li Efrîna ku ji 18'ê nîsana 2018'an ber bi îro ve di bin kontrola Tirkiyeyê û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê de ye binpêkirinên mafan didomin. Li gorî agahiyên nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) hêzên pêramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê di 22`yê nîsanê de welatiyên bi navê Ehmed Ebdo (42) û Mihemed Salih Hesen (35) yên ji navçeya Mabatayê û li taxa Eşrefiye ya Efrînê revandin. 
 
Derbarê aqûbeta kesên hatine revandin de tu agahî nehatin bidestxistin. 
 
Hin koçberên piştî qezaya trafîkê ya li navçeya Racoyê pêk hatiye û li bajarê Edra ya Efrînê hatine bicihkirin, ragihandin ku hin endamên hêzên paramîlîter ên Ceyş El Îslamê ji gundên Atmanê îşkence li welatiyê bi navê Ehmed Reşîd Bekir kirine û gefa mirinê lê xwarine.