Herkiyê YNK’yî: Hevkariya bi Tirkiyeyê ji bo Iraqê zirar e

  • rojane
  • 09:02 26 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN- Siyasetmedarê kurd ê YNK’yî Yusif Herkî diyar kir ku Enqere, Hewlêr û Bexda li dijî gelê kurd tifaqek çêkirine û got: "Tirkiye baweriya xwe bi tirkûmanan tîne û pişta xwe dide wan. Tirkûmanan wekî gefekê li hember Bexda û Hewlerê bi kar tîne.”
 
Serokkomarê AKP'î yê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan, piştî 12 salan ji bo hin hevdîtinan pêk bîne çû Iraqê. Li Bexdayê bi Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya es Sûdanî re civiya. Pişti civîna ku hat lidarxistin hat eşkerekirin ku di navbera Iraq û Tirkiyeyê de 24 peymanên hevkariyê hatine îmzekirin ku di nav wan de "Peymana Çarçove ya Hevkariya li Qada Avê" û "Zebta Lihevkirinê ya Çarçoveya Stratejîk" heye. Her wiha bi hikûmeta Iraqê re peymana Rêveberiya Çavkaniyên Avê ya 10 salan ji hat îmzekirin.
 
Piştî hevdîtîna li Bexdayê Erdogan derbasî Hewlerê bû û li vir jî bi Mesut Barzanî û rayedarên  PDK’ê re hevdîtin pêk anî. Yusif Herkî yê ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan (YNK) têkildarî serdana Erdogan û hevkariya Enqere, Bexda û Hewlerê axivî. 
 
‘BEXDAYÊ TAWÎZ DA’ 
 
Herkî diyar kir ku di hevdîtîna li Bexdayê de Bexdayê bi eşkere hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re ragihandiye û wiha axivî: "Ji serdana Erdogan a li Bexda û Hewlerê diyar e ku di navbera her sê dewletan de hevkariyek çêbûye. Bi taybetî jî hevkariya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de fermî bûye. Ev hevkariya ku di navbera her du aliyan de jî çêbûye ne li gorî berjewendiya gelê kurd e. Tê wê wateyê ku di vê hevkariyê de tu rol û mîsyon nedane kurdan. Ev hevkarî dijîtiya gelê kurd e. Di vê hevkariyê de tenê dê Tirkiye bi ser bikeve. Eşkere ye ku di meseleya avê de Bexdayê hin tawîz dane Tirkiyeyê. Lê ev tawîz dê bibin rêkeftineke di navbera du dewletan de. Ev rêkeftin jî dê ne rêkeftineke aborî be. Wê ev hevkarî zirarê bide Iraqê. “
 
‘TIRKÛMANAN BI CIH DIKE’ 
 
Siyasetmedar Herkî da zanîn ku Tirkiye hebûna tirkûmanan a li Iraqê û Başûrê Kurdistanê wekî gefekê li ser her du aliyan bi kar tîne û wiha got: "Piştî hevdîtina bi Bexdayê re li Hewlerê jî hevdîtinek kir. Erdogan Başûrê Kurdistanê weke bakûre Iraqê dibîne. Her tim ji di nava axiftinê xwe de dibêje bakûrê Iraqê. Beşeke mezin ê tirkmenan hem ê li Başûrê Kurdistanê û hem jî li Iraqê bi cihkirine. Ji ber wê peyamekî dide Iraqê û dibêje heke ku daxwazên me pêk neyinin em ê bi beşekê Iraqê re tevbigerin û dema ku min hin tişt kirin jî ez pirsa xwe ji Iraqê nakim. Ev beş jî tirkomanin. Bi Tirkomanan dixwaze gef li her du aliyan jî bike.“
 
‘TIRKÛMANAN WEKE GEF BIKAR TÎNE’ 
 
Herkî bal kişand ser rola PDK'ê ya di tifaqa navborî de û wiha domand: "PDK, yawertiya Tirkiyeyê dike. Dema vê jî dike li gorî berjewendiyên xwe yên şexsî dike. Ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî tevdigere. Lêbelê ev rola wê jî roj bi roj lawaz dibe. Çimkî Tirkiye êdi bi Iraqê re jî hevkare. Bi taybetî jî pişti qutkirina neftê ya ku diçe Tirkiyeyê pêwistî bi hin hewledayinan dît. Tirkiyê baweriya xwe bi Tirkûmanan tîne û pişta xwe dide wan. Tirkûmanan wekî gefeke li ser Bexda û Hewlerê bi kar tîne. Çimkî ya ku tirkûmanan bi rêve dibe dewleta tirk bi xwe ye. Lêbelê hilbijartinê dê gelê Başûr bersiv bide van plan û hewledayinan û dê Tirkiye bibîne ku ti rola wê li ser vê herêmê nine. “ 
 
GEFÊN TIRKIYEYÊ
 
Herkî da zanîn ku Tirkiye her du aliyan jî dixwaze ku bi gef xwarine têxe bin kontrola xwe û ev tişt got: "Tirkiye bi vekirî ji Iraqê re dibêje heke ku tu bi min re hevkariyê nekî ez ê bi Bakurê Iraqê re tevbigerim. Ji Başûrê Kurdistanê re jî dibêje heke ku hûn bi min re hevkariyê nekin wê statûya we nas nekim û ji holê rabikim.” 
 
‘DIXWAZE HEWLERÊ JI KURDAN BIDIN JIBÎRKIRIN’ 
 
Siyasetmedar Yusif Herkî bi lêv kir ku hewldanên dewleta tirk ê bidestxistina Hewlerê hene û ev tişt anî ziman: "Li herêmê hilbijartinek dê bê lidarxistin. Tirkiye ji bo hilbijartinê jî peyamek dide Iraqê. Dibêje lawendekî heye ku ez pê re hevkariyê bikim, heke ku ew tevlî hilbijartinê nebe ez ê qebûl nekim. Niha du parezgeh di destê partiyê de ne. Dewleta tirk dixwaze di hêla îdarî de jî li herêmê bibe xwedî gotin. Vê jî bi dest xistina parezgehên kurdan dixwaze bike. Bi taybetî jî bajarê Hewlerê bi şêwazê tirkî  li kurdan bide jibîrkirin. Ji ber wê li gel hatina Erdogan li Hewlerê li her derê daliqandina alên Tirkiyeyê bûye sedema nerazîbûna gelê herêmê. Gelê kurd ji van geşedanan nerwziye. Divê li dijî dagirkeriya dewleta tirk hemû hêzên siyasî yê kurd helwest nîşan bidin. Heke ku ev hewledayin encam bigirin statuya Kurdistanê ji dest biçe. “