Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin

  • rojane
  • 09:00 26 Nîsan 2024
  • |
ENQERE - Îsmaîl Kaya yê kurê Abdulhalîm Kayayê ji sedî 93 astengdar û ji ber rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" ya ATK'ê nayê berdan, diyar kir ku bavê wî bi awayekî çavgirtî û destkelemçekirî sewqî ATK'ê hatiye kirin. 
 
Girtiyên nexweş ên li girtîgehan bi mirinê re rû bi rû ne. Yek ji van girtiyan jî Abdulhalîm Kayayê 81 salî ye ku Saziya Tiba Edlî (ATK) rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" daye wî. 
 
Kaya ku çavê wî yê çepê nabîne, guhê wî yê çepê nabihîze, gurçikên wî xera bûne, emeliyata prostatê bûye, teşxîsa demansê lê hatiye danîn û dilê wî nerihet e û Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sêrtê rapora astengdariyê ya ji sedî 93 daye wî, lê dîsa jî nehat berdan. 
 
5 SAL CEZA LÊ HAT BIRÎN
 
Kaya, ji ber ku di sala 2008'an de beşdarî daxuyaniyeke çapemeniyê bûye, doz lê hatiye vekirin û 5 sal ceza lê hatiye birîn. Dadgeha Bilind di sala 2011'an de ceza erê kiriye. Kayagava li Bûrsayê ji ber prostatê emeliyat bûye, di 14'ê Cotmeha 2020'î de hatiye binçavkirin û ew xistine Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê. Kaya, li vir 60 rojî bi tena serê xwe di odeyekê de maye. Piştî serlêdanan cezayê Kaya di 4'ê Çileya 2021'ê de 6 mehan hat taloqkirin. Kaya ku çendî nexweş bû jî, di 3'yê Adara 2023'yan de careke din hatiye girtin û ew xistine Girtîgeha Tîpa M a Êlihê. Serlêdanên ji bo taloqkirina girtina Kaya, ji ber rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" ya Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê hatine redkirin. 
 
Kaya ku bi kursiya biteker digere û nikare bi tena serê xwe bijî, di 11'ê Adarê de careke din sewqî ATK'ê hatiye kirin û ATK'ê rapora "dikare bi tena serê xwe bijî û di girtîgehê de bimîne" daye wî. 
 
BI TENA SERÊ XWE DI HUCREYEKÊ DE YE
 
Îsmaîl Kaya, kurê Abdulhalîm Kaya ku ji Girtîgeha Tîpa H ya Bûrsayê sewqî Girtîgeha Êlihê û ji wir jî sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Xarpêtê, Girtîgeha Tîpa T ya Ewlehiya Bilind a Qubînê û herî dawî jî sewqî Girtîgeha Tîpa R ya Xarpêtê hat kirin, di hevdîtina dawî de pê hesiya ku bavî wî di hucreya yekkesî de tê girtin. Kaya da zanîn ku serlêdanên wan ên li dozgeriyê û Navenda Ragihandinê ya Serokomariyê (CîMER) ên ji bo berdana bavê wî hatine redkirin.
 
Kaya anî ziman ku rewşa bavê wî roj bi roj xerabtir dibe û wiha got: “Nikare bimeşe û bi kursiya biteker digere. Li Xarpêtê 3 mehan di hucreya yekkesî de ma. Vê pêvajoyê wî gelek westandiye. Dema em çûn cem wî, nikarîbû biaxive. Piştî 3 mehan dîsa ew şandin girtîgeheke li navenda Êlihê. Nêzî 7 mehan li wir ma."
 
Kaya bilêv kir ku bavê wî mehek berê ji Girtîgeha Qubînê sewqî Girtîgeha Tîpa R a Xarpêtê hatiye kirin û got ku çend roj berê min telefonî girtîgehê kir, lê gotin ku ji ber dawiya hefteyê ye wê tu agahiyê nedin. Kaya ragihand ku ew ji ber rewşa bavê xwe bi fikar in û got ku dibe ku ji nişka ve xebera mirina wî ji wan re bê. 
 
SERÎ LI CÎMERÊ DA
 
Kaya anî ziman ku 2 meh berê serî li CÎMER'ê daye û diyar kiriye ku rapora bavê wî ya astengdariyê ya ji sedî 93 heye ku Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê daye wî û wiha domand: "Min ew rapor tevî wêneyên bavê xwe şand. Lê belê bersiva ku ji min re hat dayîn ev bû, ‘Dikare di girtîgehê de bimîne, wê tevahiya cezayê xwe bikişîne.’"
 
BI AWAYEKÎ DESTKELEMÇEKIRÎ EW SEWQ KIRIN
 
Kaya bi bîr xist ku bavê wî mehek berê (Adar) dîsa sewqî ATK a Stenbolê hatiye kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bavê min mehek berê birin Stenbolê. Lê wî bi awayekî çavgirtî û destkelemçekirî birin Stenbolê. Bavê min ji me re got; 'Wan kêliyekê jî çavên min venekiriye. Min nizanibû ku ez birime ku derê. Dema min ji leşkerekî pirsî 'Em niha li ku ne?' got 'Apê min tu li Stenbolê yî.' Rabûn rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dan kesekî nexweş û nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne."