DEM Partî piştgirî da Şenyaşaran: Ev daxwaz bang li wijdanên me tevan dike

  • rojane
  • 17:45 25 Nîsan 2024
  • |
img
ENQERE - Ji DEM Partiyiyan Sezaî Temellî ê piştgirî daye Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê wiha got: “Daxwaza edaletê ya dayika Emîneyê bang li wijdana me hemûyan dike. Wezareta Edaletê wezaretekî ku pişta xwe daye hemû tiştên edaletê eleqedar dikin.”
 
Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê ya di 14’ê hezîranê de hevjîn û 2 kurên wê ji hêla parastvan û xizmên Parlamenterê AKP’î yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatine qetilkirin, di roja 87’emîn de li pêşiya Wezareta Edaletê berdewam kir. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sevîlay Çelenk, Sezaî Temellî û Perîhan Kocayê serdana Şenyaşarê kirin.
 
‘BANG LI WIJDANA ME HEMÛYAN DİKE’
 
Temellî di çalakiyê de axivî û da zanîn kû Şenyaşar têkoşînekî girîng dide meşandin û wiha got: “Êşên malbata Şenyaşarê kişandine, di vê civakê de li pey xwe birînên kur hiştin û em bi bêedaletiyekî mezin re rû bi rû ne. Tevî ku demekî dirêj ser bûyerê derbas bûye bi ser navê hiqûq û edaletê tu gav nayên avêtin. Daxwaza edaletê ya dayika Emîneyê bang li wijdana me hemûyan dike. Wekî her carê em ê li cem dayika Emîne Şenyaşarê bin. Em li pêşiya Wezareta Edaletê ne lê belê mixabin li vî welatî bi ser navê edaletê çi hebe Wezaret Edaletê pişta xwe daye wan. Bi xwe şûna ku li hember ewqas bêedaletiyan gotinan bike, rê li ber bêedaletiyan vedike. Wezareta Edaletê, ji daxuyaniyên ku îro ji bo girtina partiya me bigirin heya girtiyên nexweş bûye sedema hemû bêedaletiyên li vî welatî.” 
 
‘DIVÊ WEZARET PEYWIRA XWE BÎNE CIH’
 
Li pey Temellî Perîhan Koca axivî û ev tişt gotin: “Em li pêşiya Wezareta Edaletê bi nîgara şermezariyê re rû bi rû ne. Şûna ku divê cihê herî zêde êdalet tê de be çav û guh ji edaletê re hatine girtin. Divê êdî ev rewşa şermezar û sûc dawî bibe. Dayika Emîneyê bi heftayan e li pêşiya wezaretê qêrîna edaletê bilind dike û tenê hatiye hiştin. Em bang li hemû hêzên ked û demokrasiyê dikin ku bila deng bidin vê qêrînê. Çawa kû hêmû hêzên demokrasiyê li dijî xespkirina îradeya Wanê xwedî li îradeya gel derketin îro jî piştevaniya bi malbata Şenyaşarê peywirekî girîng e. Em ê piştevaniya xwe bidomînin, divê Wezîrê Edaletê peywira xwe bîne cih.” 
 
BERTEKA BÊDENGIYÊ
 
Sevîlay Çelenk jî wiha axivî: “Em bi xemsariyekî mezin a ku wijdana civakê birîn dike re rû bi rû ne. Ev xemsarî civakî dirizîne. Li cihê ku ewqas bêedaletî asayî dibe û nayê dîtin, civakî dirize. Em bi hev re winda dikin. Wekîlê em Ferît Şenyaşar di her fersendê de di rojeva Meclisê de lêgerîna Edaletê tîne ziman. Dema carekî tevahiya bûyerê li Meclisê vegot, berdevkên koma AKP’a desthilat wiha gotin, ‘Ev gotin kêrî meqamê kursiya Meclisê nehat.’ Tiştekî ewqas xemgîn hatiye jiyîn û vegotina vê xemginiyê xweş nayê dîtin. Em dixwazin ev yek bi dawî bibe. Em li cem lêgerîna edaletê ya dayika Emîneyê ne.”