Dozger xwest rojnameger Kartal bê cezakrin

  • rojane
  • 15:48 25 Nîsan 2024
  • |
img
STENBOL - Di doza rojnameger Sezgîn Kartal de ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, dozgerî ceza xwest. 
 
Danişîna 5’an a doza rojnameger Sezgîn Kartal ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin. Kartal tev li danişînê nebû lê parêzera wî Berfîn Karaşah amade bû. Ji ber guherîna şandeyê girtekên berê hatin xwendin. 
 
Di danişînê de weke şahid li rojnameger Haydar Koçak hate guhdarîkirin. Koçak got ku Kartal hempîşeyê wî ye, derbasî Sûriyeyê nebûye û ev yek mimkin jî nîne. 
 
Dozger jî îdia kir ku qeydên HTS’ê yên Kartal li navçeya Pirsûsê ya Rihayê qut bûne û îdia kir ku derbasî Kobanê bûye. Dozger, xwest Kartal bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bê cezakirin. 
 
Parêzer Karaşah jî ji bo parastinê dem xwest. 
 
Dadgehê daxwaza Karaşah qebûl kir û doz taloqî 25’ê hezîranê kir.