Gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Eren weke ‘rexne’ parast

  • rojane
  • 13:00 25 Nîsan 2024
  • |
img
AMED - Fatîh Haral ê bi kuştinê gef li Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û malbata wî xwaribûn, parvekirinên xwe weke “rexne bû” parast.
 
Danişîna doza Fatîh Haral ê wêne û agahiyên şexsî yên Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û malbata wî li ser medyaya dîjîtal par ve kir û bi kuştinê gef lê xwar, li 9’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Amedê hate lidarxistin. Haral tev li danişînê nebû. Di danişîna ku Eren jî tev li nebû de parêzer Mehdî Ozdemîr amade bû. 
 
GEF XWARIN WEKE ‘REXNE BÛ’ PARAST
 
Îfadeya bersûc Haral ku di navbera danişînê de li ser fermanê hatibû girtin, li dosyayê hate zêdekirin. Haral qebûl kir ku her 3 hesabên ku jê parvekirin kirine yên wî ne. Haral gefên ku xwarine jî weke “rexne bû” parast û wiha got: “Ji ber gilîker Serokê Baroya Amedê ye û ez fikirîm ku hin rêxistinên terorê serokên baroyan diparêzin min ev parvekirin kirin. Armanca min rexne bû, niyeta min a sûckirinê nebû.”
 
Parêzera Haral, Berfîn Dolak bal kişand ser îçtîhatên Dadgeha Bilind û kiryara muwekîlê xwe weke “rexneya giran” penase kir. 
 
Parêzerê Eren Mehdî Ozdemîr îşaret kir ku bersûc bi sûcê “heqareta bideng, nivîskî an jî bivîdeo” ji 3 mehan heta 2 salan, bi sûcê “gefxwarina hesan” ji 6 mehan heta 2 salan cezayên hefsê tê darizandin. Ozdemîr, bi bîr xist ku parvekirinên wî yên din jî li dosyaya dozê nehatine zêdekirin û ji ber van parvekirinan îdianame nehatiye amadekirin. Ozdemîr, bal kişand ku bersûc agahiyên şexsî yên muwekîlê min û malbata wî bêdestûr parve kirine û xwest ku têkildarî “parvekirina agahiyên şexsî ya bêdestûr” a esehiya sûc a dosyayê nirxandin bê kirin. 
 
Dadgeha ku daxwaza qebûl nekir, biryar da ku li benda rapora li ser lêkolînkirina telefona aydê Haral bê sekinandin. Dadgehê danişîn taloqî 25’ê cotmehê kir.