KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e

  • rojane
  • 16:14 23 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - KNK’ê derbarê serdana Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a Hewlêr û Bexdayê, daxuyanî da û wiha got: “Şerê ku Erdogan dixwaze derbixe ji bo tevahiya Rojhilata Navîn talûke ye.”
 
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) derbarê êrişa Tirkiyeyê ya ser Herêma Kurdistan û Iraqê daxuyanî da. 
 
KNK’ê di daxuyaniyê de ev tişt gotin: “Kurdan û muxalefeta demokratîk di hilbijartina 31’ê Adarê de AKP-MHP’ê dan rawestandin û binxistin. Erogan wek her rejîmek desthilatdar, li derve û navxweyî de li dijî Kurdan, li Suriye û Iraqê siyaseta dijberiyê dimeşîne, ev jî sedema hilweşîna aboriya Tirkiyeyê ye.
 
‘JI BO XWE MAYÎNDE BIKE ŞER DERDIXE’
 
Ji bo ku Erdogan xwe li ser desthilatê bihêle, şerek nû dijî Kurdan gur dike, beriya ku serdana Iraqê bike, bi gefan hişt ku hevkariya leşkerî pêk were. Ev yek jî bi armanca berfirehkirina dagirkeriya li gelek herêmên Kurdistanê ye.
 
‘IRAQÊ WEK WÎLAYETEKÎ OSMANIYA NÛ DIBÎNE’
 
Dewleta Tirk beriya rojek serdana Erdogan, êrişek leşkerî li Herêma Kurdistanê pêk anî, dixwaze ji Iraqê re bêje, ku ez çi dixwazim dikarim bikim. Herwiha dixwaze desthilata xwe bide ferzkirin. Ji ber ku ew Iraqê weke wilayetek Osmaniya nû dibîne. Erdogan dixwaze Iraqê bike hevkarê suc, şer rewa bike û bi razîbûna Iraqê şer bike. Erdogan dosyaya avê dijî Iraqê bikartîne, ji ber ku Tirkiye bendavan ji bo girtina Ava Firat bikartîne.
 
Armanca serdana Erdogan ya ji bo Hewlêr û dîtina rayedarên PDK’ê jî ew e ku bêje ti pirsgirêka min bi kurdan re nîn e, bi vê jî dixwaze niyeta xwe ya rast a êrişkirina li ser PKK’ê veşêre.
 
‘ÊRIŞ Û DAGIRKERÎ XETA SOR E’
 
Di civîna Civata Giştî ya KNK’ê de, di xala 4’an ya Belgeya Stratejiya Neteweyî ya Kurdistanê wiha dibêje: “Li dijî hêzeke Kurdistanî an parçeyek Kurdistanê, hemû cureyên hevkarîya bi dagirkeran re xeta sore û di asta neteweyî da were mehkumkirin.” Civata Giştî, vê xalê carekî dubare bîrtîne û bang li rayedarên PDK’ê dike ku hevkarîya xwe ya bi dewleta Tirk re rawestînin û li dijî dagirkeriyê derkevin.
 
‘TIRKIYE NAKOKIYA HERÊMÊ KÛRTIR DIKE’
 
Siyaseta derve ya dewleta Tirk her ku diçe hîn zêdetir nakokiya li herêmê kûrtir dike, herwiha çavkaniya aramiya Rojhilata Navîn nîn e. Me di civîna Civata Giştî ya di 21-22’yê Nîsanê de, pêşwazî li xebata rewa ya parastinê ya gerîlayên PKK’ê a dijî dagirkeriya Tirkiyeyê kir û me ji hemû hêzên kurdî xwest ku bi yekîtiyê, Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji êrişên Tirkiyeyê biparêzin.
 
BANGA NY, YE, KE Û NATOYÊ
 
Em bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtiya Ewrupayê (YE), Konseya Ewrupa (KE) û NATO’yê dikîn, dagirkeriya Erdogan ya li ser hesabê qirkirina kurdan rawestînin. Ji ber ku piştî kurdan DAIŞ’ê şikand, kurd bûne çavkaniya aştî û aramiya li herêmê.”