Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir

  • rojane
  • 13:06 23 Nîsan 2024
  • |
img
AMED - Şaredariya Farqînê ya DEM Partiyî biryarên qeyûm ên têkildarî dewirkirina neguhêzbaran betal kir. 
 
Şaredariya Farqîn a Amedê ku ji hêla Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hatibû bidestxistin, deynên qeyûm li pey xwe hiştî li bîlboardan daliqand. Rêveberiya şaredariyê ragihand ku qeyûm li pey xwe 90 milyon û 835 hezar û 598 TL hiştiye. Ji deynê heyî 41 milyon û 763 hezar û 249 TL ji bo Banka Îllerê hatiye kirin. 
 
Rêveberiya şaredariyê têkildarî neguhêzbarên li qeymeqamtiya navçeyê û saziyên cuda hatine kirin jî çendek biryar da. Di civîna meclisa şaredariyê ya meha nîsanê de hinek biryarên qeyûm ên têkildarî tehsîskirina neguhêzbaran de betal kir. 
 
Hinek biryarên tehsîskirina neguhêzbarên ên hatine betalkirin wiha ne: 
 
* Pirtûkxaneya Gel a Dr. Zekî Tanrikulu - Midûriyeta Perwerdeya Neteweî ya Navçeyê 
 
* Akademiya Hunerê û navendên etûtan ên Selahattîn Eyyubî, 1. Kiliçarsalan û Celalettîn Harzemşah - Midûriyeta Perwerdeya Netewî ya Navçeyê 
 
* Parsela hejmar 6 a adaya 185 ya li Taxa Dolapdereyê - 10’emîn Midûriyeta Herêmê ya D.S.Î.’yê. 
 
* Wesayîta bi modêl/markaya Nîssan Navara ya bi plakaya 21 AAF 089 - Qeymeqamtiya Navçeyê 
 
* Komputereke laptopê, wênekeşek û tabletek - Qeymeqamtiya Navçeyê. 
 
* Dikan - Weqfa Alîkarî û Piştevaniya Civakî ya Qeymeqamtiya Navçeyê