Midûrê dibistanê yê 9 xwendekar tacîz kirine hate girtin

  • rojane
  • 10:22 20 Nîsan 2024
  • |
img
XARPÊT - Midûrê dibistanê G.C. yê 8 xwendekaran tacîz kiriye û hatiye berdan bi giliya xwedekarekî din hate girtin. 
 
Midûrê lîseyî G.C. li Xarpêtê bi sûcdariya tacîza 8 xwedekaran hate binçavkirin û di dadgeha lê hatiye darizandin de bi şertê kontrola edlî hate berdan. Midûrê lîseyê bi giliya xwendekarekî din bi sûcê “tacîza zarok” hate girtin. 
 
Xwendekarekî lîseyê bi ser Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê (CÎMER) giliya G.C kir ku ew tacîz kiriye. Bi giliya xwendekar 7 xwendekarên din jî G.Ci derbarê tacîza ku dîtine gilî kirin. Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê lêpirsîn da destpêkirin û di 29’ê adarê de G.C. bi biryara dadgeha nobedar ve bi şertê kontrola edlî hate berdan. 
 
Midûrtiya Perwerdeya Neteweyî ya Bajar jî derbarê G.C. lêpirsîna îdarî da destpêkirin û midûr derket destûra bi zarê. 
 
XWEDEKAREKÎ DIN GILÎ KIR
 
Duh derbarê G.C. de xwendekarekî din jî gilî kir. Bi giliya zarok Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê derbarê midûr G.C. de biryara girtinê dewxist. Midûrê û parêzerê xwe ji bo îfadeyê bidin çûn Edliyeya Xarpêtê. Piştî karûbarê îfadeyê, dozger G.C. bi daxwaza girtinê sewqî 1’emîn Dadgeha Sûlh Cezayê kir. G.C. bi “tacîza zarok” hate girtin û ew şandin girtîgehê.