Wanî: Bi rêvebirina bajar a bi hev re em dikarin texrîbatên qeyûm ji holê rekin

  • rojane
  • 10:05 20 Nîsan 2024
  • |

WAN - Gelê Wanê yê li dijî xespkirina qeyûm berxwedanekî mezin nîşan daye anî ziman ku daxwaza wan ji holê rakirina texrîbatên qeyûm in. Gelê ku gotiye “Bila komîsyonên taxan werin avakirin” da zanîn ku pirsgirêk dê rêvebirina bi hev re ve ji holê werin rakirin. 

Li Tirkiye û Kurdistanê bajarê ku tevahî şaredariyên navçeyên wê di destê yek partiyê de ne tenê Wan e û DEM Partî di hilbijartinê de li bajar serkeftinekî mezin bi dest xist. Li dijî helwdana xwespkirina îradeyê ya Wanê, gel daket kolanan û berxwedanekî mezin li dar xist. Gel bi berxwedana xwe pêşî li xespkirina îradeyê girt û bendewariyên xwe yên ji şaredariyê anî ziman. Welatiyên ku xwestine pirsgirêkên av, rê û binesaziyê werin çareserkirin, xwestin xebatên çandî û civakî werin pêşxistin.
 
DAXWAZA ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKÊN SEREKE
 
Ji welatiyan Yakup Tekîn diyar kir ku ew bi salan e ava qirêj vedixwin û wiha axivî: “Bendewariya me ji şaredarên me pirsgirêkên bajar demildest çareserkirin e. Em bi salan e bi van pirsgirêkan ve mijûl dibin. Divê pirsgirêkên wek park, av, rû binesaziyê werin çareserkirin. Dema ev hatin çêkirin dê bajarê em xweşiktir bibe. Em ji şaredarên xwe bawer in ku dê van tiştan pêk bînin dê Wan were cihê ku heq dike.  
 
‘DIVÊ JI JINAN RE QADÊN XWESER WERIN AVAKIRIN’
 
Hazîme Aydin xwest ku şaredarî herî zêde ji bo jinan projeyan amade bike û wiha got: “Em dixwazin pirsgirêka me ya avê were çareserkirin. Dîsa divê ji jinan re qadên xweser werin avakirin. Taybetî jî projeyên ji bo jinan dê gelek girîng bin.”
 
‘DIVÊ KOMÎSYONÊN TAXAN WERIN AVAKIRIN’  
 
Ji welatiyan Abdullah Bozkurt anî ziman ku divê “komîsyonên taxan” werin avakirin û ev tişt gotin: “Em ji şaredariyên xwe yên niha gelek qayîl in. Me 8 salên derbasbûyî de ji qeyûman tu xizmet nedîtin. Bi salan e pirsgirêkên wek av, rê hene. Ji ber vê yekê heke şaredarên me van pirsgirêkan çareser bikin dê gelek xweş be. Em ji yên ku me bi rê ve dibin qayîl in. Em naxwazin şaredariyên me careke din bi destê qeyûman werin birêvebirin. Heke meclisên taxan werin avakirin dê baştir be,  dê pirsgirêkên bajar xweştir werin çareserkirin û dê bajarê me jî bê cihekî baştir. 
 
‘HEVSEROK DÊ PIRSGIRÊKAN HELBET ÇARESER BIKIN’
 
Şahîn Bayhan da zanîn ku di demên qeyûman de li bajar texrîbatên mezin hatin pêkanîn û xwest ewil texrîbatên heyî ji holê werin rakirin. Bayhan bal kişand ser pirsgirêkên binesaziyê û wiha got: “Em bawer dikin ku dê hevşaredarên me van pirsgirêkan çareser bikin. Em naxwazin careke din bi qeyûman werin birêvebirin. Îradeya me kê nîşan bide, bila ew nûnertiya me bikin.” 
 
‘BI SALAN E EM PIRSGIRÊKA AVÊ DIKÊŞIN’
 
Şefîk destnîşan kir ku ew hêj jî avê bi kêşanê temîn dikin û wiha got: “Em ji şaredariyên xwe dixwazin pirsgirêkên heyî demildest werin çareserkirin. Taybetî yên binesaziyê. Em hêj jî avê dikêşin. Herwiha em di çûna bajar de zehmetiyê dikêşin. Daxwaza me ya tekane bila şaredariya me av, rê û çûn û hatê çareser bikin. Heke ev werin çareserkirin dê her kesek pir rehet bibe. Em bawer dikin ku heke bi hev re bajar bi rê ve bibin, em werin cihekî pir baştir.” 
 
DAXWAZA XEBATÊN ZIMAN Û ÇANDÎ
 
Yakup boyaci da zanîn ku pirsgirêka sereke ya heyî veguhestin e û derbarê bendewariyên xwe de ev tişt gotin: “Em dixwazin veguhestinê re çareseriyek were dîtin. Di îstîqameta çûnê de tenê yek dolmîş heye. Her kesek bi ser piya rêwîtiyê dike. Bi heman awayî pirsgirêka me ya av û rê jî heye. Divê demildest rê werin çêkirin û tamîrkirin. Rica me ji şaredariyên me ew e ku bila bi gel re bin. Îro dema ku em diçin li cihekî, bi her zimanî tabela hene lê nivîsekî kurdî li tu deran nîn e. Bi rastî jî ev rewş mirov xemgîn dike. Ji şaredariya me rica me ew e ku bila projeyên ziman û çanda kurdî amade bikin.” 
 
‘EM Ê BI HEV RE BI RÊ VE BIBIN’
 
Naîf Korkmaz bi bîr xist ku bi salan e îradeya gel tê xespkirin û wiha pê de çû: “Careke din xwestin îradeya gel tune bikin lê belê me bi têkoşîna gel şaredariyên xwe bi dest xistin. Gel bi têkoşînê şaredariyên xwe bi dest xist û dîrok nîvîsand. Di dema qeyûman de gelek texrîbat çêbûn. Ji hevserokên me daxwaza me ew ku van texrîbatan di demeke kin de ji holê rakirin e. Bila alîkariyê bidin cotkarî û sewalkariyê. Bi salan e qeyûm xizîneya şaredariyê mêtin e û bi milyonan lîre qer hiştine. Lê belê em wek gel û şaredarî dê vana çareser bikin.”
 
DIVÊ ŞAREDARÎ JI BO GEL BIXEBITE
 
Derya Alp jî ev tişt gotin: “Divê şaredarî destpêkê di hêla aboriyê de li bajar xebatan bide meşandin. Taybetî jî jin gelek mexdûr in. Divê di hêla kar û hunerên dest de kargeh werin vekirin. Dema em lê dinêrin cihekî ku em rehet lê rûnin nîn e. Qadekî parkê nîn e ku zarok ji xwe re bilîzin. Divê şaredarî derfetên ku ji dest tê ji bo gel bi kar bîne.”