Ne bikaranîna tiryakê pirtûka Ocalan sûc hat dîtin!

  • rojane
  • 09:34 20 Nîsan 2024
  • |

ŞIRNEX - Ekrem Yaman, diyar kir ku kurê wî yê ku tiryakê bikar tîne, tevî delîlan û giliyên li midûriyeta polîsan û dozgeriyê hatine kirin jî, tiştek nehatiye kirin lê ji ber pirtûka Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ku di mala wan de hatiye dîtin hatiye girtin û got ku ji bilî têkoşînê her tişt serbest e. 

Yek ji navendên ku di van salên dawî de bikaranîna tiryakê lê zêde bûye jî navçeya Qileban ya Şirnexê ye. Li navçeya ku nifûsa wê li gel gundan 46 hezar e û bi taybetî di 5 salên dawî de rêjeya bikaranîna tiryakê lê zêde bûye, herî zêde ciwan dikarin bi hêsanî xwe bigihînin tiryakê. Navenda AMATEM a ku li navçeyê nîne li bajarên Xarpêt û Dîlokê heye. Malbatên ku ji bo zarokên xwe xelas bikin gelek caran serî li polîs û dozgeriyê didin jî serlêdan nayên çareser kirin. 
 
Çîroka M.S.Yaman ê 25 salî polîtîkaya şerê taybet a dewletê ya li ser ciwanan radixe berçavan. 
 
RASTIYA ŞERÊ TAYBET 
 
Malbata ciwanê ku 10 sal in tiryakê bikar tîne jî hewl dide zarokê xwe rizgar bike lê belê ew hewldayîna wan bêencam dimîne. Bav Ekrem Yaman ku ewil serî li Midûriyeta Polîsan a Dîlokê da, ji rayedaran bersiva, “Em nikarin kesekî tiryakê bikar tîne bigirin” werdigire û hewldanên wî bêencam dimînin.  Malbata ku di vê hêlê de alikarî û piştevaniyê nabîne ji nêçariya xwe di sala 2018'an de ji Dîlokê bar dikin navçeya Qilebanê. Lê belê li vir bikaranîna tiryakê hin zêdetire, bav Yaman serî li Serdozgeriya Qilabanê dide û kurê xwe gilî dike û dibêje, “Kurê min her tiştê li malê difiroşe û dide tiryakê.” Bav Yaman bi bersiva “Em nikarin wî bigirin, hûn serlêdana xwe bikin” digire û vedigere malê. Paşê, bav dîmenên kamerayê yên dema ku tiryak difiroşin kurê wî radestî polîsan dike, lê dîsa dest vala vedigere. Bav Yaman ê ku ji bo zarokê xwe yê ketiye nav tiryakê xelas bike dev ji têkoşînê berneda, careke din serî li dozgeriyê da û jê re got, “Tiryakê bixe berîka kurê xwe, em ê bi vî awayî wî bigirin.” Lêbelê di serdegirtina malê de şûna kur bav tê binçavkirin. Ji bo testê dibin Xarpêtê û piştre jî dişînin Dîlokê, piştî ku di dema binçavkirinê ya 2 rojan de paqij derdikeve li Şirnexê tê berdan.
 
NE JI BIKARANÎNA TIRYAKÊ JI XWENDINA PIRTÛKÊ HAT GIRTIN
 
M.S.Yaman ku tevî hemû giliyên tiryakê jî nehat binçavkirin, di sala 2014'an de li Dîlokê di serdegirtina malan de bi hinceta pirtûka Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan mala wan de hatibû dîtin hate binçavkirin û piştre hatibû girtin. M.S.Yaman ku şandin girtîgeha zarokan piştî 6 mehan hat berdan. M.S.Yaman mehek berê piştî ku Dadgeha Bilind cezayê “endamtiya rêxistinê” erê kir, hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.
 
Bav Yaman bertek nîşanî girtina zarokê xwe yê ku ne ji ber bikaranîna tiryakê ji ber pirtûka li mala wan hat dîtin hatiye girtin da. 
 
DÎMENÊN TIRYAK FIROŞ RADESTÎ MIDÛRIYETA POLÎSAN KIRIN 
 
Yaman, diyar kir ku ji bo zarokê xwe xilas bike gelek caran bi delîlan çûye polîs û dozgeriyê û gilî kiriye û anî ziman ku her carê bêyî ku tiştek bê kirin ew şandine malê û wiha axivî: “Kurê min 10 sal berê dest bi tiryakê kir. Wê demê mala me li Dîlokê bû. Min gilî kir û lê dema ku min dît tiştek nayê kirin me mala xwe bar kir Qilebanê. Lê li Qilebanê rewş nebaştir bû û tiryak bi awayekî vekirî tê firotin. Li vir çend caran ez çûm serdozgeriyê û min ji wan re got, kurê min ji destê me derdikeve, li malê her tiştê me difiroşe. Me got ‘tiryakê dikêşe’ lê dozger got ‘Em nikarin wî bigirin’. Piştî demekê ez careke din çûm dozgeriyê ji min re gotin, ‘Tiştekî têxe berîka wî belkî em wê demê bigirin.’ Me jî ev kir. Lêbelê ez hatim binçav kirin. Ji bo testê ez birim Dîlok û Xarpêtê. Pişt re em anîn Şirnexê û rapora tenduristiyê ya me girtin. Me got ku kurê me tedawiyê qebûl nake. Lê wan digot, ‘heke 2-3 kîlo tiryak bi wî re nebe, nikarin bigrin’ Me dîmenên kamerayê yên tiryak difiroşe zarokên me radestî polîsan kir. Tevî bi hemû delîlan jî kurê min binçavkirin piştî îfadeyê wî hat berdan.”
 
‘TÊKOŞÎN DAYÎN QEDEXE YE, TIRYAK SERBEST E’ 
 
Yaman, da zanîn ku kurê wî beriya mehekê hatiye girtin û ev tişt gotin: “Kurê min ne ji ber bikaranîna tiryakê, ji ber pirtûka Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku dema beriya 10 salan bi ser mala me de girtin hate desteserkirin, hatiye girtin. Wekî encamek, bikaranîna tiryakê di vê pergalê de ji xwe serbest e. Wê demê kurê min ji ber ku biçûk bû 6 mehan girtîgehê de ma û piştre hat berdan. Mehek berê ji ber ku cezayê wî bi îdiaya ‘endamtiya rêxistine’ hat erêkirin, hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê. Bi salan e zextên giran li ser kurdan tê meşandin. Li dijî vê têkoşîn dayîn qedexe ye, lebelê ji derveyî têkoşînê hûn çi bikin serbest in. Ji ber vê yekê heke hûn zimanê xwe biparêzin û ji bo wî şer bikin, hûn ê rastî her tiştekî bên. Li navçeya me 7 baron hene û tiryakê tînin û difiroşin zarokên me. Lê ev kes nayên girtin. Ne tenê kurê min, bi sedan zarok niha di vê rewşê de ne. Divê li hemberî vê yekê tedbîr bên girtin û pêşî lê bê girtin.”
 
MA / Zeyneb Dûrgût