ÎHD: Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kurkçulerê 3 sal in nayên dermankirin

  • rojane
  • 09:13 20 Nîsan 2024
  • |
img
EDENE - Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê Parêzer Azîz Sari diyar kir ku girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê 3 sal in ji ber ku "lêgerîna nava dev" qebûl nakin, nayên dermankirin.
 
Girtiyan, çalakiya ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin, ji 4'ê Nîsanê ve bi neçûna dadgehê, neqebûlkirina hevdîtina bi malbatê û hevdîtina bi rêya telefonê ber bi qonaxeke din ve birin. 
 
Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Edeneyê Parêzer Azîz Sari ku li Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçuler a Edeneyê hevdîtin bi girtiyan re kir, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan. Sari, anî ziman ku rêveberiya girtîgehê, pêkanînên keyfî pêk tîne û got ku 3 sal in girtî ji ber ferzkirina "lêgerîna li hundirê dev" ji mafên xwe yên dermankirinê bêpar hatine hiştin. 
 
'8 JÊ GIRAN ZÊDETIRÎ 30 GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE'
 
Sari da zanin ku li Edeneyê Girtigeha Tîpa F ya Kurkçulerê, Girtigehên Tîpên T ên Hejmara 1'an û 2'yan ên Kurkçulerê, Girtîgeha Tipa K1 a Tûfanbeyli, Girtîgeha K1 a Saîmbeylî, Girtîgeha Tîpa M a Pozantiyê û Girtîgeha Tîpa M a Kozanê hene û got ku avakirina Girtîgeha Tîpa L a Sûlûca û Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Edeneyê jî didome. Sari bi lêv kir ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1'an a Kurkçulerê û Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê 8 jê giran zêdetirî 30 girtiyên nexweş hene. Sari bi lêv kir ku ji bo taloqkirina înfaza girtiyên nexweş serî li Wezareta Dadê dane, lê heya niha tu bersivek negirtine. 
 
'MAFÊ TENDURISTIYÊ TÊ XESPKIRIN'
 
Sari diyar kir ku girtî ferzkirina "lêgerîna nava dev" qebûl nakin û j ber vê mafên wan ên tenduristiyê tên xespkirin. Sari destnîşan kir ku ev ferzkirina li dijî rêziknameyê û qanûnan e. 
 
Sari got: "Girtiyên ku vê ferzkirinê qebûl nakin, wan naşînin nexweşxaneyê û ji ber vê yekê nikarin sûdê ji mafên xwe yên dermankirinê bigirin. Ji bo bidawîbûna vê ferzkirinê me hem serî li îdareya girtîgehê hem jî Walîtiya Edeneyê da. Bi awayekî nivîskî l me vegeriyan. Lê gotin ku lêgerîna navborî 'li gor usûl û qanûnê ye.' Ji Saziya Wekheviyê ya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê şandeyeke ji 3 kesan pêkhatî ji bo lêkolînê çû Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê. Lê rapora vê lêkolînê hê bi raya giştî re nehatiye parvekirin."
 
'GIRTÎGEH RENGVEDANA WELATEKÎ NE'
 
Sari anî ziman ku li girtiyên ji 27'ê Mijdara 2023'yan û vir ve ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd li ber xwe didin, cezayên dîsîplînê li wan tê birîn û rastî tundiyê tên û sirgûnî girtîgehên cuda tên kirin. Sari got: "Girtî di tecrîdeke mutleq de tên girtin. Desthilat kesên wekî wê nafikirin û kesên muxalif, ceza li ser cez ali wan dibire. Girtîgeh, rengevdana şert û mercên jiyanê yên welatekî didin der." 
 
'TECRÎDA ÎMRALIYÊ LI HEMÛ GIRTÎGEHAN BELAV BÛYE'
 
Sari destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê li hemû girtîgehên welêt belav bûye. Sari bal kişand ser şewitandina înfazan û astengkirina berdana girtiyan jî û got ku tiştên diqewimiin hem ne li gor qanûna înfazê hem jî ne lig or hiqûqê ne. Sari wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev yek, her wiha rasterast mafê hiqûqî û ewlehiyê û azadiya kes binpê dike." 
 
MA / Hamdûllah Yagiz Kesen