Nameyên girtiyê wekî hincet hatin nîşandan û berdana wê 11 mehan hat taloqkirin

  • rojane
  • 09:09 20 Nîsan 2024
  • |
img
MÊRDÎN - Ji ber nameya girtiya bi navê Rozerîn Kalkan a ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hat desteserkirin, berdana Kalkanê 11 mehan hat taloqkirin. Parêzer Fevzî Adsiz got ku rêveberiya girtîgehê rasterast bi mantiqa cezakirinê hereket kiriye. 
 
Berdana Rozerîn Kalkan a li Girtîgeha Jinan a Şakranê ya Îzmîrê, ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve 11 mehan hat taloqkirin. Kalkan a ku ji 11'ê Tebaxa 2016'an vir ve bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" di girtîgehê de ye û dihat payîn di 16'ê Nîsana 2024'an de bihata berdan, ji ber taloqkirina înfazê nehat berdan. 
 
Ji ber vê parêzerên malbatê îtiraz kirin û xwestin biryara hatiye dayîn bê betalkirin. Piştî îtirazê sedema biryarê, teblîxî parêzeran hat kirin. 
 
CEZAYÊ DÎSÎPLÎNÊ TUNE YE
 
Lijneya Şopandinê ya Girtîgehê di biryara der barê înfaza Kalkanê de îdia kir ku hatina dema berdana bişert a girtiyê ne "mafekî bidestxistî" ye û divê girtî vê wekî mafekî bidestxistî nebîne û ji bo derfetên berdana bişertî çêbibin divê girtî hewl bide. Lijneyê di biryara xwe de bilêv kir ku cezayekî dîsîplînê yê Kalkanê tune ye, lê nebûna cezayê dîsîplînê nayê wateya ku liv û tevgerêng irtî baş in. 
 
NAMEYA HAT DESTESERKIRIN TALÛKE HAT HESIBANDIN
 
Di berdewama biryarê de hat gotin ku ji roja ku Kalkan hatiye girtin û vir ve di qawîşa ku girtiyên "endamên rêxistinê" de maye û ji bo veqetandina ji rêxistinê tu daxwazname nedane û doza tiştekî wiha nekiriye. Di biryarê de hat diyarkirin ku Kalkanê 9 cezaran cezayê dîsîplîê xwariye û nameyên Kalkanê ku der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de ji rêxistinên civaka sivîl û parêzvanên mafên mirovan re şandine jî welî hincet hatine nîşandan. Name bi îdiaya ku "ewlehiya saziyê dixe xetereyê" esas hatine girtin. 
 
PARÊZER ADSIZ: BIRYAREKE DIJMINANE
 
Ji rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Mêrdînê Parêzer Feyzî Adsiz 11 mehan taloqkirina berdana Kalkanê nirxand. 
 
Adsiz anî ziman ku ne rast e ku mafên hilbijartinê yên girtiyan li dijî wan bên bikaranîn û got: "Bi vî rengî nirxandina girtiyan, pêşî li ber vê yekê digire ku girtî nikaribin daxilî nava civakê bibin. Ev helwest, li dijî Destûra Bingehîn e." 
 
Adsiz diyar kir ku 11 meh dirêjkirina biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya der barê Kalkanê bi mantiqa cezakirinê hatiye kirin û got: “Lijne piştî 3 mehan dikaribû binirxanda. Lê belê ji ber ku di rêziknameyê de hatiye gotin nêzî salekê, wê jî nêzî salekê, ango 11 mehan taloq kiriye. Rasterast mantiqa cezakirina esas hatiye girtin. Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya girtîgehê xwe xistiye şûna dadgehê. Heta îro me didît ku berdana girtiyan 3-6 mehan dihat dirêjkirin, lê ev cara yekem e ku em dibînin ku 11 mehan tê dirêjkirin. Lijneya Îdare û Çavdêriyê bi helwesteke dijminane tevgeriyaye û biryara xwe bi awayekî dijminane daye. Bi vê biryarê em dibînin ku lijneyên çavdêriyê bi temamî têkevin şûna dadgehan."
 
MA / Ahmet Kanbal