Ji Demîrê banga 'têkoşîna hevpar': Werin em bi hev re deriyên Îmraliyê vekin

  • rojane
  • 09:06 20 Nîsan 2024
  • |
img
STENBOL - Hevseroka MATÛHAYDER'ê Dîlek Sonmez Demîrê diyar kir ku wê bi rakirina tecrîdê li Tirkiyeyê rewşeke asayî rû bide û got: "Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan tê wateya ku civak bêhnê bistîne. Werin em bi hev re vî deriyî vekin."
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê 37 meh in tu agahî nayê girtin. Ligel vê kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" ku li seranserê cîhanê hatiye destpêkirin, didome. Di vê çarçoveyê de, girtiyan di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin û di 4’ê Nîsanê, rojbûna Abdullah Ocalan de çalakiya xwe ya birçîbûnê bi dawî kirin û biryara boykotkirina neçûna dadgehê, nepêkanîna hevdîtina bi malbatê û hevdîtina bi rêya telefonê girtin. Xizmên girtiyan jî ku bi heman daxwazan Nobeda Edaletê dabûn destpêkirin, demek berê daxuyandibûn ku dê çalakiya xwe bi awayekî din bidin domandin. 
 
Hevseroka Komeleya Alîkarî û Piştevanyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATÛHAYDER) Dîlek Sonmez Demîrê, têkildarî xeta têkoşînê ya ku wê di heyama nû de esas bigirin axivî. 
 
'HEKE TECRÎD RABE WÊ REWŞA TIRKIYEYÊ ASAYÎ BIBE'
 
Demîrê diyar kir ku ji bo têkoşîneke bibandor hevdîtinên wan ên bi xizmên girtiyan re didomin û got: "Me biryar da ku em çalakiya xwe ber bi asteke din ve bibin û em ji bo vê jî amadekariyên xwe dikin." Demîrê diyar kir ku çalakiya wan ku dane destpêkirin gel xwedî lê derdikeveû got: "Ji ber ku mesele tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, gelê me xwedî li çalakiyan derdikeve." 
 
Demîrê anî ziman ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan li ser hemû civakê tê meşandin û got ku gelek pirsgirêkên li Tirkiyeyê bi tecrîd û polîtîkayên şer ve girêdayî ne. Demîr wiha pê de çû: "Dema em dibêjin tecrîd, bila tenê çar dîwar neyên bîra mirov. Aborî, tenduristî, qirkirina jinan... di bin hemû pirsgirêkan de tecrîd heye. Heta ku tecrîd neyê rakirin, civak nikare bêhnê bistîne. Ger gel nikaribin rihat bijîn û ger civak ne azad be û nikaribe tişta dixwaze bike, nexwe di vir de pirsgirêkek heye. Navê vê jî tecrîd e. Rastî ev e ku ger tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe, wê hemû civak bêhnê bistîne. Kêliya ku tecrîd rabe, wê şer jî û hemû pirsgirêkên din jî ji hoê rabin û wê Tirkiye veguhere rewşeke asayî." 
 
'BERXWEDAN WÊ VÊ FERASETÊ BIŞÎNE'
 
Demîrê anî ziman ku kurd bi salan e li dijî feraseta "tekparêz û qirker" têdikoşin û got ku kesên vê ferasetê temsîl dikin, wê kesên ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşin wan bişînin. Demîrê bilêv kir ku naxwaze têkişîna gelê kurd bigihê tu derdorê, ji lew re dizane wê qirêjiyên wê derkevin holê. Demîrê wiha domand:" Lê li hemberî polîtîkayên çewisandin û tepisandinê, gelekî ku paş de gav navêje heye." 
 
BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Demîrê bilêv kir ku di heman demê de girtî jî li dijî feraseta desthilatdar li ber xwe didin û got ku divê hemû saziyên sivîl guh bidin bangên girtiyan. Demîr ku ji bo "têkoşîna hevpar" bang kir, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pêwîst e, hemû civak piştgiriyê bide vê yekê. Werin em bi hev re li hemberî vê tecrîda girankirî û binpêkirina mafan rabin û bitêkoşin. Ger em mil bi mil têbikoşin, tiştekî ku em ji heq wê derkevin wê tune be. Azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan, tê wateya ku civak bêhnê bistîne. Werin em bi hev re deriyê Îmraliyê vekin."