Gotibû 'wê meseleya avê çareser bikin', lê di hefteya ewil de ava bajêr birîn

  • rojane
  • 09:02 20 Nîsan 2024
  • |
ŞIRNEX- Şaredarê AKP'î Mehmet Yarka ku soza çareserkirina pirsgirêka avê ya Şirnexê dabû, di hefteya ewil de bajar bê av hişt. Şirnexiyan bertek nişan da û gotin: "Ew kesê ku bi îradeya me nehatine hilbijartin dê ji bo me tiştekî jî nekin. Bila bes derewan bikin." 
 
Di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de ku li Tirkiye û bakurê Kurdistanê hatin lidarxistin, desthilata AKP'ê Şaredariya Şirnexê bi hilbijêrên veguhestî, bi dest xist. Şaredarê Şirnexê Mehmet Yarka ku beriya hilbijartinê projeya avê dabû pêşiya xwe û soza çareserkirina pirsgirêka avê ya bajêr dabû, di hefteya destpêkê de ava bajêr birî. Şêniyên bajêr ku hefteyeke bê av in, bi derfetên xwe avê dikirin. Şeniyên bajêr ê ku ji şaredariyê avê dixwazin, ava şolî ji bo wan tê dayîn. Jinên Şirnexî ku ji ber nebûna avê zehmetiyê dikêşin, bertek nîşanî şaredariya AKP'î dan. 
 
'HÊVIYA ME JÊ TUNE YE, ÇIMKÎ BI ÎRADEYA ME NEHATIYE HILBIJARTIN'
 
Ji welatiyan Sûltan Karê diyar kir ku şaredarê AKP'î yê ku bi hîleyan hat ser şaredariyê wê nikaribe ji gel re tiştekî bike û got ku di hefteya destpêkê de ew bêav hiştine û wiha axivî: "Ev 6-7 roj in ava me nayê. Nîvê şevê ji me re pîçekî avê dişînin û heta roja paştir em bi wê avê îdare dikin. Em ne dikarin kincên xwe bişon, ne jî em dikarin tiştekî din bikin. Jiyana me bê av didome. Serokê şaredariyê yê AKP'yî beriya ku hilbijartinö digot, 'dema ez hatim hilbijartin ez ê pirsgirêka avê ya bajêr çareser bikim.' Lê tiştekî nake û karê xwe xerabtir dike. Her carê beriya hilbijartinê soz didin û dema ku tön jî soza xwe pêk nayînin. Tiştekî jî ji me re nakın. Bi hileyan û planên xwe şaredariya me xesp kirin. Her kesî hileyan wan dit ku çawa şaredariya me xesp kirin. Hêviya me jê tune ye, çimkî ne bi îradeya me hatıye hilbijartin. Ji ber wê çawa dixwaze bila wisa bike." 
 
'NE ŞAREDARIYA ME YE'
 
Ji jinan Hazal Îşlekê jî bertek nîşanî şaredariyê da û got ku ew kesê ku bi îradeya wan nehatiye hilbijartin dê ji bo wan nikaribe xebatekê jî bike û wiha got: "Ev hefteyeke avên me nayên. Şev nîvê şevê firek avê berdide-in û serê sibehê dîsa dibirin. Em naçin şaredariyê, ma em ê biçin şaredariyê çi? Şaredarî ne ya me ye û em naçin. Vîna me xesp kirin, bi zilmê xistin destê xwe. Neheqî li Şirnexê kirin. Em di demsala biharê de ne û av nîn e ku em paqijiyê bikin. Neheqiyê li me dikin. Ji ber ku em koletiyê ji wan re nakin, nadin me. Beriya ku neketibû wê şaredariyê soz dabû, lê derew kirin. Tu hêviya me ji şaredariya AKP'ê nîn e û em tenezûl nakin ku ji wan re bibêjin alikariya me bikin."
 
'BAWERIYA ME BI ŞAREDARIYA AKP'Ê NÎN E'
 
Nebahat Ûçarê jî bi lêv kir ku AKP partiyeke derewîn e û got ku her dem piştî hilbijartinê pişta xwe didin wan û ev tişt gotin: "Bi salan e ji ber tunebûna avê em pir zehmetiyê dikêşin. Soz dabûn û gotibûn ku em ê vê pirsgirêkê çareser bikin. Lê yek ji wan jî pêk neanîn û bi tu awayî baweriya me bi wan nayê. Ev 8 sal in rêya me û ava me wiha ye. Em di zivistanê di nava heriyê de ne û havînê jî di bin tozê de dimînin. Bihar e û me tiştekî xwe neşûştiye. Di hefteya xwe ya ewilî de gotin,'heta hefteyekê wê av bê birîn.' Di hefteya xwe ya ewilî de ava me birîn û derewên xwe domandin. Li her deverê Şirnexê av heye, lê avê nadin navendê. Bila sozên xwe pêk bînin û derewan nekin. Di her hilbijartinê de dibêjin û piştî hilbijartinê jî pişta xwe didin me. Em ji neçariya xwe avê dikirin û pêdiviyên xwe pêk tînin. Avê naşînin taxan."
 
'HEFTEYA EWILÎ AVA ME QUT KIRIN'
 
Husna Kabulê jî anî ziman ku şaredariya AKP'î 8 sal in pirsgirika wan a avê çareser nekiriye û got: "Ev meh meha paqijiyê ye, lê ava me tune ye. Ji ber wê jî em zehmetiyê dikêşin. Her kolaneke me kolandine û çênakin. Beriya hilbijartinê behsa çareserkirina avê kirin, lê di hefteya ewilî de ava me qut kirin. Ev şaredariya di destê AKP'ê de, heta niha her sal di vê demsalê de ava me dibire."
 
'DEREWAN DIKIN'
 
Meryem Kilinçê jî bi lêv kir ku tu hêviya wan ji şaredariya AKP'ê nîn e û got: "Ava me rojekê tê û 10 rojan nayê. Li kolanên me û taxên me binêrin. Em nedikarin ne berikekî û ne jî kincekî bişon. Av nîn e. Gotin em ê avê zêde bikin, ava heyî jî qut kirin. Soz dabûn, lê soza xwe pêk neanîn. Tiştekî ji me re nakin, derewan dikin. Ji xeynî xiyanetê tiştekî din nakin." 
 
MA - Zeyneb Dûrgût