8 kesên binçavkirî hatin berdan

  • rojane
  • 16:32 19 Nîsan 2024
  • |
img
STENBOL - 8 kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan. 
 
Di 16’ê nîsanê de li navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê bi ser malan de hate girtin û 8 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn binçavkirin. Piştî pêvajoya  binçavkirinê ya 3 rojan, 8 welatî sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin. Li vir dozgeriyê îfadeyên wan girt û her 8 binçavkirî jî hatin berdan.