DEM Partiyê girtina Huda Kayayê bir rojeva Meclisê

  • rojane
  • 15:52 19 Nîsan 2024
  • |
img
ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş, derbarê rewşa girtinê ya Huda Kayayê de bi daxwaza ku Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç bibersivîne pêşniyazpirsek pêşkeşî Meclisê kir. 
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Meral Daniş Beştaş derbarê rewşa girtinê ya parlamentera serdema 26 û 27’emîn a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huda Kayayê de bi daxwaza Wezîrê Dadê bibersivîne pêşniyazpirsek pêşkeşî Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê kir. 
 
‘GIRTINA WÊ NEHEQÎ YE Û BÊBINGEH E’ 
 
Beştaşê di pêşniyazpirsa xwe de wiha got: “Rewşa girtinê ya Huda Kaya ya zêdetirî 4 meh û nîv in di girtîgehê de ye neheqî ye û bêbingeh e.”
 
Beştaşê di pêşniyazpirsê de ev pirs pirsîn: “Derbarê keseke ku cihê rûniştina wê tê zanîn û telefonên wê vekirîne de biryara qaçaxbûnê ji ber çi û çawa hatiye dayîn? Derbarê keseke ku beriya niha çûye Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê îfade daye de Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi kîjan sedemê biryara qaçaxiyê daye? Di vê pêvajoya derbas bûyî de biryara veşartî ya li ser dosyaya Huda Kayayê hatiye rakirin? Tevî ku gumana reva wê nîne girtiye û hêj derbarê dosyaya xwe de nexwedî agahiyê. Ev yek ne binpêkirina maf e? Ji bo pêşî li girtinên neheq û bêbingeh bê girtin çêkirina qanûnekê di rojeva we de ye?”