Li Sûriyeyê êrişa DAIŞ’ê: 28 leşker û milis mirin

  • rojane
  • 14:00 19 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa DAIŞ’iyan a li Hûmûsê de 28 leşker û milîsên Şamê jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li gorî Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) DAIŞ’ê li Hûmûsê êrişî otobûsekê û baregeheke nêzî sînorê Iraqê kir. Di êrişan de herî kêm 28 leşker û milîsên Şamê jiyana xwe ji dest dan. 
 
Di êvara 18’ê nîsanê de di encama guleberdana otobuseke leşkerî ya rojhilatê Hûmûsê 22 leşker û endamên komeke nêzî hikumetê jiyana xwe ji dest dan. Di êrişa DAIŞ’ê ya li dijî baregeheke nêzî Bûkemal a nêzî sînorê Iraqê de jî 6 leşkerên Şamê jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku 2 leşker jî hatine revandin.