Berî ku cenazeyê lawê xwe bigire jiyana xwe ji dest da

  • rojane
  • 12:16 19 Nîsan 2024
  • |
img
RIHA - Îsmaîl Arslanoglû yê ji bo cenazeyê lawê xwe yê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da bigire 21 salan têkoşiya, jiyana xwe ji dest da. 
 
Îsmaîl Arslanoglû (80) yê li gundê Sorik ê navçeya Bêrecûk a Rihayê dijiya û li gund weke “Îsmaîlê Hemoş” dihate zanîn, ji bo ku cenazeyê lawê xwe yê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da bigire 21 salan têkoşiya. Arslanoglû yê tevî hemû hewldanan cenazeyê lawê xwe nekarî bigire, ji ber nexweşiya dil jiyana xwe ji dest da. 
 
JI BO CENAZEYÊ LAWÊ XWE BIGIRE TÊKOŞIYA
 
Lawê Arslanoglû yê di salên 1990’î de hate binçavkirin û îşkenceyeke giran lê hate kirin, Abûzer Arslanoglû (Welat Yilmaz), weke berteke tiştên bavê wî jiyan di sala 1996’an de tev li PKK’ê bû. Abûzer Arslanoglû yê di sala 2003’yan de li gundê Xolxol ê girêdayî navçeya Qisle ya Dêrsimê jiyana xwe ji dest da, li “goristana bêkesan” hate veşartin. 
 
Bav Arslanoglû yê agahî wergirt ku lawê wî li “goristana bêkesan” hatiye veşartin, ji bo cenazeyî bigire serî li gelek cihên fermî dan. Arslanoglû yê tevî hemû hewldanan 21 sal bûn nedikarî cenazeyê xwe wergire, jiyana xwe ji dest da. 
 
Cenazeyê Arslanoglû, bi tevlibûna gelek welatiyan li goristana gund hate veşartin. Malbat li mala xwe ya li gundê Sorikê şîn danî.