Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin

  • rojane
  • 15:28 17 Nîsan 2024
  • |
img
MÊRDÎN - Elî Weliyê piştî ku hat berdan, careke din agahî jê nehat wergirtin û dîmenên dema îşkencekirina wî ji malbata wî re hatin şandin. Bi rojan e agahî ji Welî nayê girtin. 
 
Penaber Elî Welî (19) ku di 13'ê Adarê de ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Erzînganê hat berdan, bin hinceta wê wî bişînin Navenda Paşveşandinê ew radestî cendirmeyan kirin. Lê nehat hînkirin ku wî şandine Navenda Paşveşandinê yan na. Li gel vê, dîmenên dema îşkencekirina wî ji malbata wî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hatin şandin. Hin kesên nasnameya wan nediyar li cihekî wekî nezaretxaneyê îşkenceyê li Welî kirine û gef lê xwarine ku bavê wî xwe teslîmî wan bike. Wan kesan gotin ku heke bav teslîm nebe dê Welî were kuştin. Lê piştî ku dîmen ji malbatê re hatin şandin têkildarî rewşa Welî û kesên îşkencekar de tu geşedan çênebûn. 
 
Parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Mêrdînê têkildarî bûyerê serlêdan kirin û gilî kirin. Nehate zanîn ku têkildarî serlêdanê kirariyek hatiye kirin an nekirin. 
 
ÎHD: EM JI JIYANA WÎ BIFIKAR IN 
 
Hevserokê Şaxa ÎHD’a Mêrdînê Veysî Parilti yê têkildarî mijarê axivî, anî ziman ku penaber bi heman rewşê re rûbirû dimînin û got: “Bi dîmenên îşkenceyê agahiya me bi Elî Welî çêbû. Mixabin hêj me jê tu agahî newergirtine. Em ji jiyana Elî Welî bifikar in. Me serlêdanên pêwîst li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê kirin. Lê me hêj tu bersiv newergirtine. Çi dozgeriya Mêrdînê çi jî dozgeriya Erzîncanê neçarin ku bêjin ka çi bi Elî Welî hatiye. Em ji vir Wezareta Dadê, Îdareya Goçê, GGM, dozgerî û çiqas berpirsyar hebin ji vir hişyar dikin; kes nikare ji binê vî sûcî derkeve. Îşkence sûcê mirovahiyê ye. Saziyên rayedar ên Tirkiyeyê neçar in ku aqûbeta Elî Welî aşkere bikin. Radestî kê hatiye kirin? Birine ku derê? Divê demildest bê aşkerekirin.”