Li Gîresûnê li wargeha KYK’ê asansor kete xwarê

img
GÎRESÛN -  Ji ber ku asansora wargeha KYK’ê ya li Gûresûnê kete xwar, xwendekarek birîndar bû.
 
Doh êvarî li Wargeha Keçikan a Gulpembe Hatûn ya girêdayî Saziya Wargehan a Krediyê (KYK) a Gîresûnê asansor kete xwarê. Xwendekareke ku di asansorê de bû birîndar bû. Hat zanîn ku rewşa xwendekara rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Gîresûnê baş e.
 
Li heman wargehê di 16’ê çileyê de asansora vala ketibû xwarê. Wê demê piştî ku xwendekarên li wargehê diman agahî dan, midûrê wargehê yê hatibû cihê bûyerê, destûr nedabû ku xwendekar dîmenan bikişînin û bi gotina “Kî dîmenan bikişîne ez ê serê wan bişkînim” gef li xwendekaran xwaribû.