ROJEVA 29'Ê ADARA 2024'AN

img
* Hevserokên DEM Partiyê yên Misircê ji bo mitînga ku dê di 30’yê adarê de bê lidarxistin, banga tevlibûnê kirin û wiha gotin: “Werin em bi hev re serkeftina 31’ê adarê di 30’yê adarê de li qada mitîngê pîroz bikin.”
 
* Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Amedê, di biryara xwe ya beraetê de ya der barê xebatkara HDP'ê Hilya Adayê de, beyanên şahidê eşkere Umît Akbiyik esas negirtin. 
 
* DEM Partî ya Amedê ji bo 3 hezar û 968 sindoqan amadekariyên xwe yên muşahid, berprisyarênd dibistanan û kesên erka îtirazê di destê wan de temam kirin. 
 
* Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Dilşah Ozgen, ji ber ku ji bo xêratê konteyner danîbû ber gora kurê xwe 2 sal û mehek ceza lê hatibû birîn. Dadgehê biryara xwe spart hinceta "konteyner biriye goristana rêxistinê." 
 
* Bijîşk Zekî Gul, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Di warê tibê de ne rast e ku Abdullah Ocalanê 25 sal in tê îzolekirin di girtîgehê de bê girtin." 
 
* Ciwanên li Dîlovasiya ku ji ber bêkariyê gelek kesan koçî Ewropayê kiriye, anîn ziman ku ji bo guherînê dê biçin ser sindoqan. Ciwanan îşaret bi DEM Partiyê kir û wiha gotin: “Li her cihê ku biserdikeve bihar tê, çima bila bihar neyê vir?”
 
* Keça Dayika Taybet Înan, Halîme Akin xwest ku her kurdek di vê hilbijartinê de xwedî li vîna xwe derbikeve û wiha got: "Dema hûn raya xwe didin, bila cenazeyê dayika min ê 7 roj û 7 şevan li kolanê hatiye hiştin bê berçavên we.” 
 
* DEM Partî dê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de lig elek navendan hevdîtinên bi gel re pêk bîne. (11.00-19.00) 
 
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan dê li gelek bajaran berdewam bike. (11.00-17.00) 
 
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê dê têkildarî hilbijartinên 31’ê Adarê dê li avahiya Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Hejmara 1’an a Amedê daxuyaniyê bide. (12.30) 
 
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê ya li Enqereyê dê berdewam bike. (16.00) 
 
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan dê li Wanê tev li mitînga hilbijartinê bibe. Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari jî dê li Mûşê bi peywîrdarên sindoqan re bê bahev. (13.00-15.00) ZINDÎ