Bi girseyî serdana şîna Apê Ûsiv kirin

  • rojane
  • 13:39 23 Îlon 2023
  • |
img
RIHA - Bi girseyî serdana şîna Yûsûf Berk ê li Rihayê wekî Apê Ûsiv dihat nasîn ku di nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, hate kirin.  
 
Li Rihayê Yûsûf Berk (82) ê weke "Apê Ûsiv" dihat nasîn, ji ber nexweşiya xwe ya piş, duh di Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan, ku lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. Xizm, heval û hogirên wî cenazeyê Apê Ûsiv ji nexweşxaneyê girtin û li Goristana Bediuzzaman a li taxa Hizmali ya navçeya navendî ya Halîliyeyê veşartin. 
 
Bi girseyî serdana şîna Apê Ûsiv a li Mala Şînê ya Taxa Dîreklî ya li navçeya Eyyubiyeyê hatiye danîn, hate kirin. Serdana şînê ya di pêşengtiya Komeleya Çant Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên di nav Axa Qedîm de Xizmên Xwe Winda Kirine re (KATDER) hate kirin de, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar, endamên yekitiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, Partiya Demoratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek kes tev li bûn. 
 
Kesên bi awayekî girseyî çûne şînê, ji malbata Berk sersaxî xwestin.