Li 9 navçeyên Stenbol’ê agirê Newrozê hat pêxistin

img

STENBOL - Li Stenbolê berî pîrozbahiyên sibe, li 9 navçeyan agirê Newrozê hat pêxistin. 

Ji bo pîrozbahiyên Newroza Stenbolê ya li Bazara Gel a Bakirkoyê bê pîrozkirin, çend saet man. Tê payîn ku bi sehezaran gel beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibin. Berî pîrozbahiyên Newroza Stenbolê, şevê din li navçeyên Kartal, Gazîosmanpaşa, Fatîh, Başakşehîr, Sultangazî, Sultanbeylî, Sancaktepe, Kuçukçekmece û Esenyurt  agirê Newrozê hatin pêxistin. Welatiyên li dûra agir kom bûn, govend gerandin û dirûşm berz kirin. Welatiyên xwe ser agir re avêtin, bertek nîşanî êrîşên li ser Efrînê dan.  
 
Pîrozbahiyên navçeyan heya derengiya şevê jî berdewam kirin.