‘Em li dijî Dehaqê duh û Erdoganê îro ji bo Efrînê li qada Newrozê bin'

img

AMED -  Endamê Komiteya Dîplomasiyê ya Kongreya Civaka Demokratik (KCD) Dr. Mehmet Demîr, bang li her kesî kir ku tev li Newrozê bibin û wiha got: "Em duh li dijî Dehaqan û îro jî li dijî Erdogan ji bo Efrînê li qada Newrozê bin. " 

Endamê Komiteya Dîplomasiyê ya Kongreya Civaka Demokratik (KCD) Dr. Mehmet Demîr, ji bo piştgiriya gelê Efrînê bang li her kesî kir ku tev li Newrozê bibin û wiha got: "Duh gelê Helepçe bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Îro jî bi çekên Alman kurdan li Efrînê qetil dikin. Ger ku kurd li ber xwe nedin, dibe ku wekî duh Sadam li Helepçe kurd qetil kirin îro dîsa kurdan li Efrîn û cihên din kurdan qetil bikin. Em di xutbeyên li mizgeftan tê xwendin de dibînin. Cîhan bi hemû xezeba xwe bi ser kurdan ve diçin. Bombe avêtin ser Nexweşxaneya Avrînê. Êrîşa li dijî nexweşxaneyêpergala diktatoriyê ye. 
 
‘EM LI DIJÎ DEHAQÊ DUH ERDOGANÊ ÎRO LI QADAN BIN'
 
Demir, anî ziman ku berxwedana kurdan ji bo hemû gelên cuda bû hêvî û moral û wiha got: "Her çend şert û pîvanên şer ne adîl û ne wekhev be jî em dizanin ku kurd dê bi ser bikevin. Newroz cejna raperîn û berxwedanê ye. Ji bo pergala Dehaqê duh û Erdoganê îro bê avakirin pêdiviya wan ji rijandina xwînê heye. Duh jî Dehaq dixwest ciwanan bike qurban. Niha jî ciwanan dikin leşker û dişînin Efrinê û li wir îmha dikin. Duh Dehaqan çi anî serê gelan îro jî Erdogan heman tiştan dikin. Dîrok îdo bi awayeki rezger dubare dibe. 
 
BILA ADAR BIBE DESTPEKA ÇALAKIYÊN JI BO EFRÎNÊ
 
Yên ku pergala Dehaqê duh têk birin ciwan bûn. Îro jî yê pergala Erdogan têk bibin dîsa ciwan in. Ya pergala tarî ku Erdogan dixwaze ava bike dê di şexsê berxwedana li Efrînê têk biçe. Di sala 1982’an de bi pêxistina agirê Newrozê yê Mazlum Dogan Berxwedan bi ser ket. Mazlum Dogan got "Berxwedan serkeftinê û teslîmiyet ixanetê tîne. Îro jî tişta li Efrinê pêş dikeve ev e. Dîroka kurdan her dem bûye dîroka berxwedanê. Hemû kantonên Rojava hemû piştgiriyê didin Efrinê. Lê alîkarî û piştgiriya Bakurê Kurdistanê lawaz e. Divê demek berî demekê Bakurê Kurdistanê zindî  bibe û rape ser xwe. Divê 21'ê Adarê li Hemû Kurdistanê Agirê Newrozê bi coşek mezin geş bibe. Divê kurd axa mirinê ji ser xwe bavêjin. Çawa ku di Newroza 2013'an de kurd ji bo peyama Birêz Ocalan guhdar bikin herikîn qadan, Divê îsal jî j bo Efrînê gel biherikin qada Newrozê. Di salên 90’an de tevî hemû qedexeyan gel daket qatdan û Newroz pîroz kir. Divê isal jî gel ji bo Efrînê dakevin qadan. Divê li diî zilm û dagirkeriya li ser Efrinê hemû gel dakevin qadan û vê zilmê bişkînin. Bi taybetî divê hemû Amedî Newrozê pîroz bikin. Divê ji 2 salî heta 70 her kes tev li pirozbahiya Newrozê bibin."