Kekê Kemal Kurkut: Polîsê ku Kemal kuşt wê di Newrozê de peywirdar be

img

MELETÎ – Cîhan Kûrkût, kekê Kemal Kûrkût ê ku sala çûyîn ji bo Newrozê hat Amedê û di noqteya lêgerînê de polîsan ew kuşt, bal kişand ser necazakirina bersûcan û got: “Polîsê ku Kemal kuşt, wê sibê di Newrozê de peywir dar be.”

Cîhan Kûrkût, kekê Kemal Kûrkût ku sala çûyîn dema ji bo pîrozbahiya Newrozê ji Meletiyê hat Amedê û di noqteya lêgerînê ya polîsan a li ser riya Evrîm Alataşê de polîsan ew kuşt, diyar kir ku kiryar serbest digerin. Kek Kûrkût destnîşan kir ku bi awayekî negirtî darizandina polîsê kujer wan diêşîne û got: “Ji bo edalet pêk bê, ji destê kê çi tê bila bike.” 
 
Kûrkût, bi lêv kir ku tu hêviya wan di edaletê de nemaye. Kûrkût diyar kir ku salek derbas bûye lê tu tişt neguheriye û got: “Li vir em malbatê rencîde kirin. Di dema cenaze de ava me qut kirin. Ji bo gorê cih nedan. Ji bo şînê kon jî nedan. Yanî wekî mirina Kemal nebes be, bi ser de jî gelek êş bi me dan kişandin.” 
 
Kûrkût, hêvî kir ku di pîrozbahiyên nû yên Newrozê de tu kes nemire û got: “Wê polîsê ku Kemal kuşt di Newrozê de peywirdar be. Em naxwazin hin ciwanên din jî bimirin. Eger kesên mirovan dikujin hîn jî li ser kar bin, nexwe daraza vê dewletê bi pirsgirêk e. Kî dibe bila bibe, kesê bê kuştin xwazî bila tirk, elewî, kurd, sunnî be, axirê mirov e. Bifikirin, ez li kuçeyê digerim lê baweriya min bi tu karmend û polîsekî dewletê nayê. Çimkî edalet tune ye. Li cihê ku edalet lê tune be, wê ewlehî çawa hebe.”