Malbat û xizmên Komkujiya Garê hatin gel hev

  • rojane
  • 13:15 25 Sibat 2018
  • |
img
ENQERE - Malbatên di komkujiya Gara Enqerê de xizmên xwe winda kirin û kesên di komkujiyê de birîndar bûn, di taştêya piştevaniyê de hatin gel hev. 
 
Malbatên mexdûr ên di 10'ê Cotmeha 2015'an de DAIŞ'ê li Gara Enqereyê êrîşek pêk anî û di vê êrîşê de 103 kes hatin kuştin û 450 kes jî birîndar bûn, piştî Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10’ê Cotmehê ya avakiribûn hat girtin, di taştêya piştevaniyê de li hev kom bûn. Taştêya piştevaniyê li Kizilayê hat dayîn û hemû mexdûrên komkujiyê beşdar bûn.  
 
Seroka Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10’ê Cotmehê ya hat girtin Mehtap Sakîncî Coşgun di çalakiyê de axivî û wiha gto: “Komeleya me girtin. Bi vê yekê hewl didin têkoşîna me teslîm bigirin. Vaye em dîsan ligel hevin. Ev piştevaniya 10’ê Cotmehê ye.”
 
Yek ji mexdûrên komkujiyê Gokhan Yarali jî, bertek nîşanî girtina komeleyê da û wiha got: “Ji bo aştiyê me wijdana xwe li qada Garê hişt. Heya dawiyê em ê têkoşîna aştiyê bidin. “
 
Yek ji mexdûrên komkuyiyê yê din Nazim Karakurt ku berê Serokê Sendîkaya Xebatkarên Yekbûyê (BTS) bû jî, da zanîn ku bi girtina komeleyê 103 can tune hesibandin û wiha got: “Çawan ku 103 mirov tune hesibandin, di heman demê vîna bi milyonan kes jî tune hesibandin.”