Rojnameger: Em ê li dijî zextan bi berdewamî binivisînin

  • rojane
  • 09:01 18 Çile 2021
  • |
img

STENBOL – Rojnamegeran, diyar kir ku binçavkirin û girtin berdewama polîtîkayên bêdengkirinê yên desthilatê ne û ev tişt gotin: “Çeka me pênûsa me ye, em ê bi nivîsê berxwedana xwe bidomînin.”

Li gorî Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegeran a Sala 2020’an a Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), 91 rojnameger girtî ne. Li Tirkiyeyê ku her roj zextên lis er rojnamegeran zêde dibin de tenê di salekê de 79 rojnameger hatin binçavkirin û 24 rojnameger hatin girtin. Zextên mijara gotinê ne di sala 2021’an de jî hatin berdewamkirin. Nûçegîhanê ajansa me Mehmet Aslan, di 5’ê çileyê de di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê ve dihat birêvebirin de li Stenbolê hat binçavkirin û piştî 4 rojan li Antalyayê hat girtin. Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Pinar Gayip jî di 14’ê çileyê de di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê de hat binçavkirin. 
 
TIRKIYE VEGUHERIYE GIRTÎGEHÊ
 
Nûçegîhana Rojnameya Yenî Yaşamê Yadîgar Aygun, diyar kir ku Tirkiye veguheriya girtîgehê û wiha got: “Bi sererastkirina înfazê re qatîlan berdan, rojnamegerên ku bi pênûsa xwe xiz dikin û dinivisînin hatin girtin. Desthilat ji rojnamegeran, zanebûna gel a rastiyan û lêpirsandina civakê ditirse. Ji bo gel û civakê bikin bin zextê hemû amûrên tundiyê bi ser rojnamegeran de bi kar tînin. Divê rojnameger li dijî vê di nav piştevaniyê de bin. Em ê qet bêdeng nebin û têk neçin. Her ku desthilat bixwaze em bêdeng bibin em ê nivîsandinê bidomînin. Divê çapameniya alîgir jî ji bo parastina mafê pîşeyê tevlî vê têkoşîna me bibe.”
 
SEDEMA ÊRIŞAN
 
Edîtora ETHA’yê Nadiye Gurbuz, da zanîn ku sedema zextên li ser rojnamegeran “rêvenebirina” desthilatê ye û ev nirxandin kirin: “Jin terka kolanan nakin. Ciwan li zanîngehan li ber xwe didin. Karker di grevan de li ber xwe didin. Ev jî rêvenebirina desthilatê nîşan didin. Rojnamegerên ku van nûçeyan çêdikin dibin hedeg û tê xwestin zext li rojnamegeran bê kirin. Rojnameger ki ber nûçeyên xwe tên binçavkirin. Armanc tarîkirina rastiyan e. Gelek caran serî li van rebazan dane. Lê divê vê bizanibin; ew çiqas êriş dikin ewqas ên nû tên şûna yên êriş li wan hatiye kirin. Em ê tu carî dev ji ragihandina rastiyan a ji bo civakê bernedin. Em li vir in û li ser karê xwe ne. Em ê têkoşîna xwe û perpektîfa xwe ya sosyalîst a rojnamegeriyê berdewam bikin.”
 
ÇARESERÎ HEVRAYÎ YE
 
Rojnameger Emre Orman jî bi lêv kir ku desthilat dixwaze her dengê li dijî xwe bibire û ji bo vê zext, tundî û sansurê bi kar bîne û wiha got: “Naxwazin tu kesekî muxalîf li dijî wan hebe. Tişta di destê wan de ‘teror’ e. Demogojiyeke wan a din tuneye. Ji kesên nûçeyan çêdikin, pirsan dikin û nûçeyan parve dikin re dibêjin ‘terorîst’. Divê herkes ji bedêldayînê re amade be. Heke hewce bike divêmirov derkeve kolanan jî. Ji bilî vê rêyeke din a çareseriyê nemaye. Çeka me pênûsa me ye. Em ê bi nivîsandinê berxwedana xwe bidomînin. Bi daxuyanî û çalakiyên kolanan em ê vî dengî gurtir bikin. Çareya tekane hatin gel hev a rojnamegeran e.”