Serokê Giştî yê DAD’ê: Îqtîdar xwe ji qedandinê re amade dike

  • rojane
  • 14:29 29 Îlon 2020
  • |
img
DERSIM – Serokê Giştî yê DAD’ê Mûsa Kûlû diyar kir ku operasyona li dijî HDP’ê pêk hat polîtîkaya zextek nû ye û got: “AKP û MHP’ê bi van operasyonan dawî li xwe tînin.” 
 
Serokê Giştî yê Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) Mûsa Kûlû li dijî operasyona HDP’ê hat kirin Rêxistina HDP’ê ya Dersimê ziyaret kir. Hevserokên HDP’a Dersimê Nûrşat Yeşîl û Îbrahîm Kasûm ew pêşwazî kirin. Kûlû di serdanê de daxuyanî da. 
 
‘EM LI CEM HDP’Ê NE’ 
 
Kûlû diyar kir ku HDP di 25’ê îlonê de bi polîtîkaya zextek nû re rûbirû maye û got: “Em vê operasyonê wek darbeya li dijî aştiya gel a li Tirkiyê dinirxînin. Ji bo vê yekê em hatin piştevaniyê. Em bi hemû hêz û dilê xwe li cem mezlûman in. Em li cem HDP’ê ne. Îqtîdara AKP û MHP’ê ya li Rojhilata Navîn ketiye çiravê nikar di hundirê welatê xwe de bêtir zextan li gelan bike. Di nava hewldana dawîanîna xwe de ne.” 
 
Hevseroka HDP’a Desimê Nûrşat Yeşîl jî got wê HDP li dijî polîtîkayên zextan têkoşîna xwe bidomîne.