Zilamê ku sê salan tacîz kir, teşhîr kir

  • rojane
  • 14:20 29 Îlon 2020
  • |
img
AMED - Jina binavê G.Y. a 3 salan ji aliyê zilamê bi navê Devrîm Boran ve hat tacîzkirin, diyar kir ku ev rewş êdî gehiştiye asta tehdîtkirinê û got: "Fikarên min hene. Ez li bendême ku hemû jin piştevaniya min bikin."
 
G.Y. ya ku li navçeya Sêwreg a Rihay dijî, diyar kir ku qasî sê salan ji aliyê zilamê bi navê Devrîm Boran ve hatiye şopandiye û taciz kirin. G.Y., da zanîn ku berî sê salan, bi navbeynkariya hevalekê xwe Devrîm Boran nas kiriye û her tim rastî tacîzên wî hatiye. G.Y., anî ziman ku Boran ji wê xwestiye ku têkiliyê bi hevre danîn û ji bo vê her tim zext lê kiriye. 
 
G.Y., dest nîşan kir ku Boran ji hevalên wê peyam şandine û ji wan re gortiye, "G.Y., bi piyên xwe bê gel min." G.Y. aşkere kir ku fikarên wê hene û ji bo ku herim gel wî, wê serî li her cure rê û rêbazê bide.
 
3 SALAN HAT TACIZKIRIN 
 
Derket holê ku Boran ê li Stenbolê edîtortiya kovara bi navê Çinar Dîbî dike, tacîzî hin jinên din jî, kiriye. G.Y., bi bîr xist ku Boran beyî destûra wê, wêneyên wê li ser hesabên xwe yên medya civakî parve kirine û tiştên jiyan wiha vegot: "Ev 3 salin ji aliyê Devrîm Boran ve têm tacîzkirin. Berî 3 salan bi navbeynkariya hevalê xwe min wî nas kir. Piştî heftiyekê min hevdîtinên xwe yên ligel wî bi dawî kirin. Ji ber ku nêzîkatiyên wî ne ji rêzê bûn. Her ku ez jê direviyam, ew bêhtir bi ser min de dihat. Min ew di hesabên xwe yên medya civakî asteng kirin. Dûre wêneyên min ên berê li ser hesabên min ên medya civakî daxistibûn, li ser hesabên xwe yên medya civakî parve kirin. Xwest bi vê min bixe di rewşekê zor de, da ku bi wî re bikevim nava têkiliyê.” 
 
G.Y., dest nîşan kir ku di nava 3 salan de 2 caran xeta xwe ya telefonê guhertiye û wiha rêz kir: “Ez di saziyên tên naskirin de dixebitim. Ji ber vê ez jî têm naskirin. Bi hevalên min re dikeve têkiliyê û nimreya min telefonê ji digire. Wêneyên min ên di daxuyaniyan de hatine kişandin, digire û li ser hesabê xwe yê medya civakî parve dike.” 
 
‘FIKARÊN MIN HENE’
 
G.Y., diyar kir ku fikarên wê hene û wiha got: “Ji ber binyada feodal a navçeyê, ez bêdeng bûm. Ji ber ku ev rewş pir dirêjkir û êdî gehişt asta gefxwarinê, min hew karî bêdeng bimînim. Ezê gilî bikim. Fikarên min hene. Ez li bendeme ku hemû jin piştgiriya min bikin.” 
 
PEYAMNÊN GEF XWARINÊ YÊN BORAN
 
Hin peyamên Devrîm Boran ên ji hevalên G.Y. re nivîsandibûn wiha ne: “Yê ku derkeve pêşberî min, ezê bikujim. Ceza jî li min nayê birîn. Ezê sibe wê bigirim û bibim Stenbolê. Min mirin da ber çavên xwe. Divê G.Y. li min vegere. Di heman demê de, wê bi lingên xwe li min vegere. Dest û milin min dirêjin. Heya niha min çi gotibe mink iriye. Ez tu carî vale na axivim. Ezê gotina xwe bi cih bînim.”