Serokên baroyan li ber deriyê Meclîsê bendemayîna xwe didomînin

  • rojane
  • 09:26 3 Tîrmeh 2020
  • |
img

ENQERE – Serokên baroyan xwestin beşdarî hevdîtinên pêşnûmeya pir baroyan a li Komîsyona Edaletê ya Meclîsê, lê destûr nehat dayîn. Serokên baroyan jî li ber Meclîsê bendemayîna xwe didomînin. 

 
AKP’ê teklîfa pir baroyan amade kir. Li ser vê teklîfê di Komîsyona Edaletê ya Meclîsê de tê gengeşekirin. Serokên baroyên gelek bajaran jî xwestin beşdarî hevdîtina vê teklîfê bibin. Lê destûra beşdariya serokên baroyan nehat dayîn. Li ser vê yekê serokên baroyan jî li ber deriyê Meclîsê dest bi çalakiyê kirin û ji duh bi şev heta vê sibehê bendemayîna xwe didomînin. 
 
Serokên baroyan ji nûçegihanên me re ragihandin ku heta hevdîtina li Komîsyona Edelatê berdewam bike ew ê li ber deriyê Meclîsê bisekinin. 
 
Li ser pêşnûmeya pir baroyan hevdîtin didomin. Tê gotin ku partiyên muxalefetê bi beşdariyek xurt di hevdîtinê de cih digirin. 131 palarmenterên CHP’ê, 20 parlamenterên CHP û 10 parlamenterên Partiya ÎYÎ di hevdîtinê de ne.