Parêzerên OHD'î: Bila daxwazên Unsal û Tîmtîkê bên qebûlkirin

  • rojane
  • 09:05 3 Tîrmeh 2020
  • |
img

WAN - Parêzerên OHD'î ji bo parêzer Aytaç Unsal û Ebrû Tîmtîk ku ji 5'ê Nîsanê ve ji bo darizandineke adil di rojiya mirinê de ne, bang kirin û xwestin daxwazên hevpîşeyên wan bên qebûlkirin. 

Endama Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Parêzer Ekîn Yeter û Hevberdevkê Şaxa OHD'ê ya Wanê Parêzer Servet Ekmekçî, ji bo hevpîşeyên xwe parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên ji 5'ê Nîsanê ve ji bo darizandineke adil di rojiya mirinê de ne, bang kirin. 
 
‘ÇI JI DESTÊ ME BÊ EM Ê BIKIN' 
 
Parêzer Ekîn Yeter, anî ziman ku parêzeran bi çalakiya xwe hêla hiqûqî ya li welêt aşkere kirine û got, tişta diqewime di warê siyasî, polîtîk û mirovî de tiştekî êşbar e. Yeter, got: "Û kes bi mafê xwe yê herî binirx û hêja doza mafê xwe dike. Di rewşeke wiha de divê nîqaşkirina fikrên polîtîk li hêlekê bimînin û dengê Tîmtîk û Unsal bê bihîstin. Em hevpîşeyên wan, daxwazên wan esas digirin û ji bo dengê wan bê bihîstin çi ji destê me bê em ê bikin." 
 
‘DARIZANDINA ADIL MAFÊ HERÎ BINGEHÎN E' 
 
Yeter, diyar kir ku her diçe rewşe parêzerên di rojiya mirinê de xirabtir dibe û got, divê her kes hesas be. Yeter, anî ziman ku ew OHD'a Wanm jî daxwazên hevpîşeyên xwe esas digirin û got: "Darizandina adil mafê herî bingehîn e. Di mewzûatên navneteweyî de jî yek ji mafên herî biqîmet e. Her wiha di xala 36'an a Qanûna Bingehîn û xala 6'an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) de jî mafeke ku hatiye temînatkirin. Ev mafê bi qasî mafê jiyanê bivênevê ye." 
 
'BILA DAXWAZÊN WAN BÊN QEBÛLKIRIN' 
 
Hevberdevkê Şaxa OHD'ê ya Wanê Parêzer Servet Ekmekçî jî got: "Di gelek peymanên ku Tirkiye alîgirê wê ne de mafê darizandina adil pir zelal hatiye diyarkirin. Lê mixabin ji ber darazeke siyasî di warê mafên mirovan de pirsgirêkên mezin rû didin. Hevpîşeyên me jî ji bo vê pêşî dest bi greva birçîbûnê kirin û dû re çalakiya xwe veguherandin rojiya mirinê. Em dixwazin ev yek bi dawî bibe. Çalakiya Ebrû û Aytaç çalakiyeke rewa ye. Em bi wan re ne û em ê tim bi wan re bin. Jiyana hevpîşeyên me di asteke xetere de ye û demildest divê daxwazên wan bên qebûlkirin."