Tenê ne esnaf e, ji bo jinan qadên îstihdamê jî peyda dike

  • jin
  • 09:20 13 Kanûn 2019
  • |
img

AMED - Hakîme Karagoz ku di temenekî biçûk de hat zewicandin, piştî zewaca wê 2 sal şûnde hevjînê wê tê girtin. Karagoz ku 26 sal in diçe girtîgehê serdana hevjînê xwe, li Bismilê 20 sal in esnfatiyê dike. 

Li Bismila Amedê, Hakîme Karagoz a 47 salî, 20 sal in esnaftiyê dike. Karagoz ku di temenekî biçûk de hatiye zewicandin, piştî zewaca wê 2 sal û 10 roj şûnde hevjînê wê tê girtin û 26 sal in diçe girtîgehê serdana hevjînê. Piştî hevjînê wê tê girtin dest bi kar dike û niha li navçeyê dikana wê ya cil û bergan heye. 
 
Karagoz, 20 sal berê tevî birayekî xwe dikaneke cil û bergan vedike û bi pereyê ji vê dikanê bi dest xistiye berê birayê xwe daye sektora înşeatê û kiriye muteahhît. Piştî birayê wê daxilî qada înşeatê dibe vê carê birayê wê yî biçûk tê cem wê û paşê ji vî birayê xwe re jî kargehekê vedike. 
 
‘LI BER NEKETIM, BEREVAJÎ JI BO WAN BÛM HÊVÎ' 
 
Karagoz ku ji sala 1993'yan heta ji Dîlok, Amed, Erzirom, Antalya û Bûrdûrê bigire çûye gelek girtîgehan serdana hevjînê xwe got: "Ên min nas dikirin gava pê dihesiyan cezayê muebetê li hevjînê min hatiye birîn li ber diketin. Li ber neketim, ji bo wan bûm hêvî. Qet çavşikestî nebûm. Çimkî hevjînê ji bo tişta pê bawer bû hat girtin. Ji wê rojê heta niha rûneniştim, tim xebitîm." 
 
TENÊ ESNAFTIYÊ NAKE 
 
Her wiha Karagoz ji bo jinan jî qada îstihdamê peyda dike û bi jinên ku wekî wê hevjînê wan girtîne jî eleqedar dibe. Karagoz, diyar kir ku ji bo gelek jinan kar peyda kiriye û got, tiştên destkariyê yên ku jin li malê çê dikin difiroşe û kargeha xwe ji bo wan kiriye qada bazarê. Karagoz, da zanîn ku ew berên xwe dişîne rojavayê Tirkiyeyê û Ewropayê jî. 
 
‘DIXWAZIM JIN WÊREK BIN' 
 
Karagoz, got: "Min tim hewl da bi hêz û quwet bim. Wisa bawer dikim berê xwe bidim kîjan karî ez ê ji derheqê wî derkevim. Qet netirsiyam. Birayên min berî dest bi karekî bikirana pêşî ji min dipirsîn, min kir ku wêrek bin. Nexasim dixwazim jinên wekî min hevjînê wan girtîne wêrek bin. Gava jin bixebite azad e. Rewşa karê min baş e. Dixwazim karê jinên din jî baş be. Heger ji bo wan tiştek ji destê min bê ez ê bikim." 
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel - Fethî Balaman