Endama Mor Dayanişmayê ku deriyê wê hat mohrkirin: Em ê dev ji têkoşînê bernedin

  • jin
  • 09:01 5 Kanûn 2019
  • |
img
HATAY - Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr, bi hinceta "perwerdehiya bêdestûr" deriyê Komeleya Jin a Mor Dayanişma ya Antakyayê mohr kir û 51 hezar û 168 lîre cezayê pereyî li komeleyê birî. Endama komeleyê Aylîn Yuksel, got ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. 
 
 Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr, bi hinceta "perwerdehiya bêdestûr" deriyê Komeleya Jin a Mor Dayanişma ya Antakyayê mohr kir û 51 hezar û 168 lîre cezayê pereyî li komeleyê birî. Endama komeleyê Aylîn Yuksel, anî ziman ku wê tu zext û ceza nikaribin pêşî li têkoşîna wan bigirin. 
 
Yuksel, diyar kir ku biryara mohrkirinê di arîfeya 25'ê Mijdarê de teblîxî wan hatiye kirin û got, tenê armanceke wan heye, ew jî piştevaniya ji bo jina ye. 
 
‘JI BER XEBATAN HAT MOHRKIRIN' 
 
Yuksel, got: "Em tax bi tax digerin û destekê didin jinan, ji bo xurtkirina hêza jinan em xebatan dikin. Havînan em atolyeyan çê dikin, di warê zayendiya civakiyî de ji bo zarokan atolyeyan çê dikin, çalakiyên dramayî li dar dixin. Wêneyên wekî delîl hatine nîşandan û bêyî destûr di vê çalakiyê de hatine kişandin. Di vê serdemê de îstismarkirina zarokan zêde bûye û ji bo vê em atolyeyên hayjêxwebûnê û rolên zayendî li dar dixin. Di tuzuka komeleya me de, xebatên ji bo destekkirina jina, perwerdekirin û serwextkirinê hene. Lê belê bi vî awayî tê xwestin ku komeleya me bê reşkirin." Her wiha Yuksel destnîşan kir ku ji bo jinên tên kuştin di raya giştî de baş derkevin pêş tev digerin û dozên di vî warî de jî dişopînin û derbarê şidetê û mafên jinana de panelan û atolyeyan çê dikin. 
 
'EM Ê DEV JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDIN' 
 
Li Hatayê, di 10 mehên dawî de zêdetirî 15 jin hatine kuştin û got, ji bo xebatên derbarê jinan de bên astengkirin avahiya komeleya wan hatiye mohrkirin. Yuksel, destnîşan kir ku lê belê zext û zorî, astengî ceza çi dibin bila bibin ew ê tu carî dev ji têkoşînaa xwe bernedin û ew ê tim û tim ji bo piştevanî û alîkariya jinan tev bigerin. 
 
MA / Hamdûllah Kesen