Parêzera Berfîn Ozekê: Di raporê de zirara ku asîdê daye bedenê nehatiye nirxandin

  • jin
  • 09:16 4 Kanûn 2019
  • |
img

HATAY – Parêzer Mehtap Sert, anî ziman ku dozger ji ber rapora qetî ya derbarê Berfîn Ozekê de, bi tawanbariya "birîndarkirina qesdî" ceza xwestiye û got, di raporê de zirara ku asîdê daye bedenê nehatiye nirxandin, loma ev rapor nekafî ye. 

Li Îskenderûn a Hatayê, Casim Ozan Çeltîk kezav avêtibû ser çavê Berfîn Ozekê. Piştî vê doz hatibû vekirin û di danişîna 3'yan a dozê de dozger mutalaaya xwe dabû ber Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Îskenderûnê. Dozger, ji ber rapora qetî ya ku Tiba Edlî ya Zanîngeha Çûkûrovayê amade kiribû, xwestibû Çeltîk bi tawanbariya "birîndarkirina qesdî" bê cezakirin. Lê belê parêzera Ozekê Parêzer Mehtap Sert, diyar kir ku wan careke din ji dadgehê xwestiye ku raporeke qetî bê amadekirin, lê belê dadgehê qebûl nekiriye. Sert, destnîşan kir ku divê bersûc bi tawanbariya "kuştina bi qesdî" bihatana cezakirin. 
 
Sert, anî ziman ku nirxandina derbarê rapora qetî kêm e û got: "Çimkî ji ber asîdê lêvên Berfînê nemane. Pozê wê heliyaye, qulên pozê wê hatine girtin. Li ser hev du gelek caran emeliyat bûye û beriya emeliyatan ji malbata wê ji bo îhtimala mirinê belge hatine xwestin. Nehatiye nirxandin ku wê miroveke 19 salî çi qasî di bin barê anesteziyê de rabe. Beriya her tiştî mafê jiyanê yê vê jinê hatiye binpêkirin. Gava serçavê wê di vî halî de be wê kîjan sazî an jî şîrket kar bidê? Wê ev keç bi çi awayî jiyana xwe bidomîne?"
 
RAPOREKE KÊM 
 
Sert ku got "Rapora Saziya Tiba Edlî kêm e. Çimkî di raporê de zirara ku asîdê daye bedenê nehatiye nirxandin" anî ziman ku ji bo raporê îtiraz kirine, lê belê dadgehê qebûl nekiriye. Sert, got nirxandina di çarçoveya tawanbariya "birîndarikirina qesdî" de ne hiqûqî ye. 
 
MA / Hamdûllah Kesen