Li Antalyayê bernameya 25'ê Mijdarê hat aşkerakirin

  • jin
  • 16:33 19 Mijdar 2019
  • |
img
ANTALYA -  Jinan bi minasebeta 25'ê Mijdarê Platforma Jinan a Antalyayê daxuyaniyek dan û bernameya xwe aşkera kirin. Jinan diyar kirin ku dê li dijî şîdetê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Platforma Jinan a Antalyayê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê daxuyaniyek dan çapemeniyê û bernameya xwe aşkerakirin. Daxuyanî li Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) pêk hat. Di daxuyiyê de qala pêvajoya danişîna Şule Çet hat kirin. Li ser navê platformê Gulçîn Akça daxuyanî da û diyar kir ku şîdeta li hemberî jinê bi pergalî dom dike. Gulçîn, destnîşan kir ku dê li dijî şîdetê jî têkoşîna xwe dê bidomînin. 
 
Bernameya 25'ê Mijdarê wiha ye: 
 
"* Di 20'ê Mijdarê de li Cafeya Muzikomaniyê nîşandana fîlman 
 
* Di 22'yê Mijdarê de ji girtiyên jin re kart şandin û piştre nîşandan fîlman
 
* Di 23'yê Mijdarê de li Kapusa Seruvenê ji hêla Pîravokên Kampusê ve atolyeya şîdetê û piştre nîşandan fîlman 
 
* Di 24'ê Mijdarê de di saet 14.00’an de li Parka Aydin Kanzayê heta Qada Cumhuriyetê meşek bê lidarxistin."