Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Bila korîdora insanî bê vekirin

  • jin
  • 22:28 19 Cotmeh 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo berpirsiyarên agirbestê pêk bên bang kir û xwest korîdoreke insanî bê vekirin. 
 
Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, derbarê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî nivîskî daxuyaniyeke parve kir. 
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Tirkiye li gor agirbesta hatiye ragihandin tev nagere, sivîl, rojnamevan, tenduristkaran û avahiyên dibistanan ji hewayê û bejahiyê ve hedef bombebaran dike û hedef digire û li Serêkaniyê gelek sivîlên birîndar mirî hene û gel nikare cenazeyan derxîne. 
 
Meclîsê di daxuyaniya xwe de bang kir ku divê berpirsiyariyê agirbestê pêk bên û xwest korîdoreke insanî bê vekirin. 
 
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku divê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî herêma ji bo firînê qedexe bê îlankirin û heyetên serbixwe yên navneteweyî bên herêmê û li cihê cih sûcên li hemberî mirovahiyê hatine kirin lêkolîn bikin.
 
Di dawiya daxuyaniyê de meclîsê bang li her kesî kir ku têkoşînê bilintir bikin.