Jinên Rihayî: Armanc, gelê kurd ji cih û warê wê kirin e

  • jin
  • 11:31 17 Cotmeh 2019
  • |
img

RIHA - Jinên Rihayî bertek nîşanî êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan, diyar kirin ku ji wî aliyê sînor heya niha li dijî Tirkiyeyê tu êrîş pêk nehatine û gotin: “Armanc dikin ku gelê kurd ji cih û warê wê bikin.” 

 
Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 9’an de dewam dike. Jinên Rihayî bertek nîşanî êrîşan dan û xwest êrîş bên rawestandin. 
 
Hadle Ogur, têkoşîna gelê kurd a li dijî DAIŞ’ê bibîr xist û wiha axivî: “Tekane armanca van êrîşan xwîna kurdan rijandine. Li ser rûyê erdê kurdek bi tenê jî bimînê wê têbikoş e. Berê jî li ser kurdan komkujî pêk anîn. îro jî dixwazin vê bikin. Ez raya giştî ya navneteweyî ji ber ku çavê xwe li komkujiyê digire şermezar dikin. Demildest divê ev şer bi dawî bive. Axa Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê teqez ne tehdîte. Bi van êrîşan armanc dikin ku gelê kurd ji cih û warê wê bikin.” 
 
'BERÊ DAÎŞ NIHA JÎ OSO’
 
Ogur, wiha dewam kir: “Di serdema Osmaniyan de, kurd ji cih û warê wê kirin û komên cuda anîn li ser axa wan bi cih kirin. Kurd niha dîsan bi heman rewşê re rû bi rû ne. Berê DAIŞ xwedî kirin û kirin sînor, niha jî dibin navê OSO’yan çete birîne ser sînor.”
 
‘ÊDÎ EM ŞER NAXWAZIN’
 
Ogur, da zanîn ku ew tu wateyê nade gotinên dewleta Tirk ên “Kurd xwişk û birayên me ne” û wiha dwî li axaftina xwe anî: “Yekitiya neteweya gelê kurd girînge. Divê ku cîhan bêziman ker û lal nebe. Vî şerî rawestînin. Em dixwazin ev şer bi dawî be. Divê her kes gotina xwe ya li dijî vî şerî bêje. Em êdî şer naxwazin.”
 
JI ALIYÊ DIN Ê SÎNOR ÊRÎŞ PÊK NEHATINE 
 
Aynur Gezgor jî, diyar kir ku ew weke dayikên kurd şer naxwazin û wiha bilêv kir: “Em tim aştiyê dixwazin. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibin gefan de ye. Mirov dimirin. Ji heftiyekê zêdetire sivîl tên kuştin. Gelo çima vê dikin? Ji bo hin berjewendiyan ma mirov şer dike? Jin, zarok, pir û kal dimirin. Ev şer ne li dijî DAIŞ’ê, li dijî gelê kurde. Bi salane em li Riha dijîn. Tu carî ji Sûriyeyê êrîş pêk nehatine. Divê her kes ji vî şerî re bêje êdî bese. Bila dayik negirîn. Em nikarin şeran rakin. Bila dengê me bibihîsin. Ez banga kongreya neteweyî ya partiyên kurd bi nirx dibînim.”
 
‘GER EM NEBIN YEK EV ŞER WÊ TIM DEWAM BIKE’
 
Makbûle Yavûzer jî, dest nîşan kirin ku zarokên xizanan dibin şer û wiha got: “Ji bo berjewendiyên xwe şer dikin. Ez bêdengiya ewropa şermezar dikim. Divê gelê kurd  li hev kom bibin. Ger em li her çar paçeyan nebin yek, ev şer wî tim dewam bike. Wê xwîn birije û mirov jiyana xwe ji dest bidin. Ji bo ku em ne yekin êrîşî Rojava dikin. Ez aştiyê dixwazim.” 
 
‘DIVÊ HEVDÎTINÊN BI OCALAN DEST PÊ BIKIN’
 
Adalet Çay jî, êrîşên li ser Rojava şermezar kir û wiha axivî: “Ez ciwanên kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axa xwe diparêzin silav dikim. Tu mafê Erdogan li ser axa Sûriyeyê tuneye. Ger hûn bixwazin axa gelekê dagir bikin, bêguman wê li ber xwe bidin û axa xwe  bi parêzin. Te hîna Tirkiye bi ewle nekiriye, gelo tuyê çawan Sûriyeyê bi ewle bikî? Em di hemû şert û mercan de aştiyê dixwazin. Birêz Ocalan tim dibêje ew ji bo aştiyê her tim amadeye. Divê hevdîtinên bi Ocalan re dest pê bikin.”