Jinan bersiva Erdogan da: Em zêde dibin û tên

  • jin
  • 09:54 14 Adar 2019
  • |
img

STENBOL - Di 8'ê Adarê di dema Meşa Şevê ya Feminîst de polîsan êrîşî jinan kiribû. Jinan bertek nîşanî vê mudaxileyê kirin û gotin: "Em zêde dibin û tên." 

 
Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan, derpêş kiribû ku di Meşa Şevê ya Feminîst a 17'an de jinên ji bo meşê kom bûne, bi pîspîskê azan protesto kirine. Jinan bertek nîşanî vê yekê da. 
 
'JI BER EM MUDAXILEYÎ PÊVAJOYÊ DIKIN' 
 
Endama Jinên Kedkar (EKA) Nûrten Karahanci, diyar kir ku ji ber polîsan têketin-derketina qadê qedexe kiriye jinan bi pîspîskê ew protesto kirine. Karahanci got: "Tu bikî nekî ev rewş ji aliyê dewletê ve nayê qebûlkirin. Em her sal zêde dibin û dadikevin kuçeyan. Em dibêjin 'em hene, em ê hebin.' Bi vî awayî em mudaxileyî pêvajoyê dikin. Em rê li ber pêvajoya civakiyî vedikin. Bi taybetî jî baş bi hêrs û kîna me ya li hember krîza aborî ku jina me serobino kiriye dizane. Niha pergal dirûxe û dizanin ku wê jin dawî li vê pergalê bînin. Yanî êrîşa li hember meşa 8'Ê Adarê ne êrîşeke vala ye. Nikarin vê hêzê kontrol bikin." Her wiha Karahanci bang li hemû jinan kir û got: "Divê em ji bo azadiya xwe dev ji têkoşînê bernedin. Çimkî jiyan li hêla me ye." 
 
‘JIN BI SER KETIN' 
 
Endama Piştevaniya Jinê ya Kirkyamayê Tulay Korkûtan jî, anî ziman ku her diçe têkoşîn û yekîtiya jinan xurt dibe û ev yek hem îktîdara AKP û hem jî pergala baviksalariyê ditirsîne û ji ber vê yekê xwestiye meşa wan asteng bike. Korkûtan got: "Lê belê zext û zoriyên wan bi kêr nehatin. Bi hezaran jin hatin cem hevdu, netirsin û bi paş ve gav neavêtin. Tevî hemû mudaxile û astengiyên polîsa jî gotina xwe bilêv kirin. A rast ên di Meşa Şevê ya 8'ê Adarê de bi ser ketin jin in." 
 
Kokrûtan, destnîşan kir ku azan wekî hincet hatiye nîşandan, lê belê sedema sereke ya mudaxileyê ew bû ku meşa jinan lawaz bikin û got: "Em jin hay ji vê yekê hene. Wê jin li dijî êrîşan bi awayekî giştî berxwedana xwe bilind bikin." 
 
'EM XWEDÎ LI JIYANA XWE DERDIKEVIN' 
 
Berdevka Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) Ezgî Bahçecî jî, diyar kir ku di 8'ê Adarê de bi hezaran jin daketine Qada Îstiklalê û hêrs û bertekên xwe nîşandan û li dijî cinayet, şidet, taciz û tecawizê gotine "êdî bes e." Bahçecî got: "Di 8'ê Adarê de jin li hemberî hemû astengî, mudaxile, cop û gazê jî gotin 'em li vira ne, em ê bêdeng nemînin, em natirsin û em ê serî netewînin.' Jinan got em xwedî li jiyana xwe derdiekvin. Gotin, li hember edaleta zilam edaleta rasteqîn dixwazin." 
 
'EM ZÊDE DIBIN Û TÊN' 
 
Herî dawî Bahçecî, wê şevê jinan bi tu awayî azan protesto nekiriye û got: "Ê dibêje, ê dinivîse û ê xêz dike jî baş dizane ku jinan azan prostesto nekiriye. Ji destpêka çalakiyê heta dawiya çalakiyê pîspîka jinan û bberzkirina dirûşmeyan nesekiniye. wê nesekine jî. AKP, tim êrîşî jinan dike û bi derewan dixwaze qebehetan têxe stuyê jinan. Lê em jin mafdar in û li hemberî vê dijminatiyê her roj zêde dibin û tên. Em ê tu carî dev ji mafên xwe û jiyana xwe bernedin." 
 
MA / Necla Demir