Jinên Îdirê: Ev berxwedan ji bo me hemûyan e

  • jin
  • 10:01 13 Adar 2019
  • |
img

ÎDIR – Jinên Îdirê diyar kirin ku tecrîda li Îmraliyê li her deverê welat bi şiklek giran tê hîskirin û gotin: “Ev berxwedan ji bo me hemûyan e.” 

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah dabû destpêkirin di roja 126’emîn didome. Bi heman daxwazê li derveyî welat û li hemû girtîgehan girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê girtî ne ji 1’ê Adarê şûn ve dest bi greva birçîbûnê kirin. 
 
Tevî ku her roj tê xwestin daxwaza girtiyan bê qebûlkirin jî lê heta niha rayedar bêdengiya xwe diparêzin. Jinên Îdirê anîn ziman ku tecrîda li Îmraliyê li tevahiya welat û hemû qadên jiyanê berbelav bûye û Leyla Guven di şexsê hemû jinan de ji vê pêvajoya xerab re got “bes e” û li ber xwe dide. 
 
‘EW JI BO HER KESÎ LI BER XWE DIDIN’ 
 
Gulîzar Çakmak da zanîn ku tecrîd rewşek nayê qebûlkirinê û got: “Leyla Guven bi vê hişmendiyê dest bi berxwedanê kir. Tecrîd û grevên birçîbûnê di rojeva civakê de ne. Lê bes rayedar ji nedîtî ve tên. Daxwaza çalakgeran rewa û mafdar e. Li Îmraliyê nehiqûqiyek mezin didome. Maf û hiqûq tune tê hesibandin. Birêz Leyla Guven û hemû çalakgerên greva birçîbûnê ji bo her kesî li ber xwe didin. Ev berxwedan ji bo me hemûyan e. Bila daxwaza wan bînin cih. Em jin ji berxwedana wekîla me Leylayê hêz digirin û li her deverê qala têkoşîna wê dikin. Divê her kes rabe ser piya û deng bide berxwedana Leylayê.”
 
‘LEYLAYÊ TECRÎD JI DINYAYÊ RE RAGIHAND’ 
 
Emîne Yildiz jî diyar kir ku jiyan û jiyandin bi taybetî wezîfeya jinan e û wiha got: “Daxwaza Leylayê daxwaza hemû jinan e. Jina kurd wek her demê li dijî zilmê li ber xwe dide. Leyla Guven li dijî tecrîdê li ser piya sekinî. Tecrîdê ji hemû dinyayê re ragihand. Hemû cîhan êdî dizane ku li Îmraliyê tecrîd heye û li serê diaxivin. Lê dewletê li hember vê daxwazê çav û guhê xwe girtiye. Rewşa çalakgeran ber bi nebaşiyê ve diçe Divê demildest dewlet çav û guhê xwe veke û daxwaza wan bibersivîne. Pêwîste tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe.” 
 
‘EM JI BERXWEDANA WAN HÊZ DIGIRIN’ 
 
Gulnur Ozturk jî destnîşan kir ku ew ji berxwedêrên greva birçîbûnê hêz digirin û wiha axivî: “Gelek girtiyên jin di greva birçîbûnê de ne. Berxwedana jinan û Leyla Guven hêz dide me. Di tu yasa û hiqûqê de tecrîd nîne. Kî dibe bila bibe divê dikaribe bi malbat û parêzerên xwe re dikaribe hevdîtinê bike. Tecrîd rêbazek îşkenceyê ye. Nayê qebûlkirin. Wê gelê me di vî warî de bêdeng nebe û neyê bêdengkirin. Birêz Ocalan ji bo gelê kurd binirxe û kesayetek girîng e. Wê çalakî bigîhîje armanca xwe. Em li benda gavavêtinê ne.” 
 
MA / Ayşe Surme