'Ji bo cîhanek azad û wekhev divê tifaqa jinan ava bibe'

  • jin
  • 09:05 10 Kanûn 2018
  • |
img

STENBOL -  Endama Meclîsa HDP'ê Feray Mertoglu, diyar kir ku cîhanek ku jin lê azad û wekhev bijîn tenê bi avakirina îtîfaqa jinan pêkan e û wiha got: "Em bi îtîfaqek pir berfireh amadekariya hilbijartinê dikin. Em bang li hemû jinan dikin ku bibin namzet." 

Hilbijartina Rêveeriyên Herêmî dê di 31'ê Adarê de pêk bê. Amadekariyên hilbijartina rêveberiyen herêmî yên partiyan dest pê kir. AKP û MHP'ê namzetên xwe diyar kirin. HDP jî dê di rojên pêş de namzetên xwe diyar bike. Beriya hilbijartinê Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî, ji bo hilbijartina 31'ê Adarê dest bi xebatan kirin. Endama Meclîsa HDP'ê Feray Mertoglu, diyar kir ku cîhanek ku jin lê azad û wekhev bijîn tenê bi avakirina îtîfaqa jinan pêkan e û wiha got: "Em bi îtîfaqek pir berfireh amadekariya hilbijartinê dikin. Em bang li hemû jinan dikin ku bibin namzet." 
 
Mertoglu, anî ziman ku herî zêde jin li dijî pergala heyî çalakiyek xurt dimeşînin û wiha got: "Di hilbijartina rêveberiyên herêmî de jî jin bi armanca li dijî pergala serdest a mêr rawestin divê tifaqa xwe ava bikin. Jin ji bo li cîhanek azad û wekhev bijîn divê berî her tiştî îtîfaqa xwe ava ikin. Me wekî HDP'ê destk bi xebatên binesaziyê kiriye. Em xwe amade dikin ku îtîfaqek mezin a hilbijartinê pêş bixin. Me bi endam û rêveberên jin ên partî, komele, sendika û rêxistinên demokratik re hevdîtin kirin. Me bi wan re niqaşa ji bo amadekariyên hilbijartin û îtîfaqê kirin. Me nerîn, peşniyar û fikrên jinan girtin. Em de li gorî vê yekê danezana hilbijartinê amade bikin.  Jinên ku li hemberî îktîdarê serî natewînin di bin heft kilîtan de girtî ne. Bi berxwedana xwe ya li zindanan hêzê didin me. Piştî qeyûm tayînî şaredariyan hatin kirin destkeftiyên jinan ser û bin bûn. Jinên rastî tundiyê dihat diçûn seri li Îstasyonên Îlk Adim  didan. Şaredariyan hemû karê jinan dida ser milê xwe. Jin wê demê bi hêsanî diçûn şaredariyan û dihatin. Lê piştî qeyûm hat tayînkirin komeleyên jinan hatin girtin. Tundiya li dijî jinan zêdetir bû. Em dê mafê xwe yê hatiye xespkirin ji nûve bistînin." 
 
'JIN DÊ LI DIJÎ PERGALA MÊR A DESTHILATDAR TÊBIŞOKIN' 
 
 
Mertoglu, anî ziman ku jin xwedî paradîgmaya azadiparêz in û wiha bi dawî kir: "Jin dê li dijî pergala serdest a mêr têbikoşin. Hilbijartina rêveberiyên herêmî jinan ji nêzîk ve eleqeder dike. Em dê jibo jinan gelek tiştan bi hev re ava bikin û bi rêxistin bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku bibin namzet. Divê jin bêtir tev li siyasetê bibin. Ji ber vê yekê em dixwazin jin bibin namzet. Divê jin di şaredariyan de bibin xwedi gotin û biryar. Bi taybetî ji bo endamtiya keyayan divê jin bibin namzet."  
 
MA/Melike Ceyhan