Jin dest bi greva birçîbûnê dikin

  • jin
  • 17:13 9 Kanûn 2018
  • |
img
AMED – Aktivîstên jin ên KCD, HDP, DBP'î û Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo destekê bidin Leyla Guven û girtiyên siyasî wê bi daxwaza "Daxwazên wan daxwazên me ne" ji bo 3 rojan dest bi çalakiya grevaa birçîbûnê bikin. 
 
Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê dest bi greva birçîbûnê kir, di roja 32'yan de ye. Çalikiyên greva birçîbûnê yên ji bo piştevaniya çalakiya Guvenê her diçe berbelav dibin. Aktivîstên jin ên KCD, HDP, DBP û TJA'yî wê sibê li avahiya HDP'a Amedê ji bo 3 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin. Jinan der barê çalakiyê de li avahiya KCD'ê daxuyanî dan. 
 
‘DAXWAZÊN WAN DAXWAZÊN ME NE' 
 
Endama Dîwanê ya Hevserokatiya KCD'ê û aktivîsta TJA'yê Xecê Şen diyar kir ku di şexsê Ocalan de hemû gel tên tecrîdkirin û ev yek nayê qebûlkirin. Şen bal kişand ser çalakiya Guvenê ya li hemberî tecrîdê û got: "Ji ber Leyla Guven vê tecrîdê qebûl nake 32 roj in di greva birçîbûnê de ye. Piştî Leyla Guvenê li hemû zindanan çalakiyên greva birçîbûnê dest pê kirin. Kesên ji xwe re dibên 'em mirov in', 'em tecrîdê qebûl nakin', 'em şer qebûl nakin' divê xwedî li vê çalakiyê derkevin. Em KCD û TJA çalakiya Guvenê û ya li zinadanan silav dikin. Daxwazên wan daxwazên me ne." 
 
Hevberdevka Delegeyên KCD'ê ya Amedê Zelal Bîlgîn jî diyar kir ku ji girtîgeha Leyla Guvenê tê de bû çend roj berê hat berdan û got: "Di 7'ê Mijdarê de Leyla Guvenê li eywana dadgehê dîrok nivîsand. Di vê serdema hiqûq û edalet nemaye de, derseke hiqûq û edaletê da. Em niha di serdemeke bêhiqûqî ku kes nikare biaxive de ne. Loma divê hemû rêxistinên demokratîk xwedî li vê berxwedanê derkevin. Ez li cem Leyla Guvenê mam. Wê bi bawerî û biryardariya xwe teqez tecrîdê bişîkîne. Ew parlementereke jin e û ji bo dawî li vê tecrîdkirina dixwaze nasnameya gelên Rojhilata Navîn tune bike bê hewl dide ev têkoşîn mezin bibe. Tenê daxwazek wê heye, ew jî bidawîkirina tecrîdê. Em ê jî vê têkoşînê xurt bikin." 
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê û Dîwaba KCD'ê Makbûle Ozbek jî, diyar kir ku ew naxwazin cenaze ji girtîgehê derkevin û ji bo dawî li tecrîdkirina Ocalan wê ew ê dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin.