Parêzer Arin: Jinan berxwedaneke nû da destpêkirin

  • jin
  • 09:13 29 Mijdar 2018
  • |
img

STENBOL - Parêzer Canan Arin, anî ziman ku ji ber hikûmet ji hêza jinan ditirse li Taksîmê êrîşî jinan kiriye û got: "Ji eniya jinan ve berxwedan û têkoşînele nû dest pê kir." 

Parêzera femînîst Canan Arin bal kişand ser pergala hiqûqê ya Tirkiyeyê û tesîra wê li ser jinan. Arin, bilêv kir ku mirov nikare li Tirkiyeyê behsa pergaleke hiqûqê bike û got: "Dadger neman. Belaheq doz tên dirêjkirin. Dadgerên heyî pir ciwan in. Xwendekar in, fakulteyên hiqûqê bi çar-pênc rûpel fotokopî qedandine. Kî radibe fakulteya hiqûqê ya taybet vedike. Ast pir ketiye. Tevî evan tiştan hemûyan hikûmeta AKP'ê jî bi qanûn û KHK'tan her roj dixwaze mafên jinan bin pê bike." 
 
‘DIVÊ EM DEV JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDIN' 
 
Arin, diyar kir ku karneya Tirkiyeyê ya di warê mafên mirovan, jin û hiqûqê de di ser 10'an re 4 puan e û ev yek her diçe kêmtir dibe. Arin, anî ziman ku ev rewş cihê xemgîniyê ye û got: "Lê ev xemgînî divê neyê wateya devjêberdana têkoşînê. Divê em tu qadî dev ji têkoşînê bernedin." 
 
‘JI BER DITIRSIN KOLAN HATIN QEDEXEKIRIN' 
 
Arin, anî ziman ku di demên dawî de şideta li hemberî jinê zêde bûye û ev yek girêdayî qanûnên nayên sepandin. Arin, bal kişand ser mudaxileya polîsan a di 25'ê Mijdarê de ku polîsan li Taksîmê êrîşî jinan kir jî û got: "Hikûmeta AKP'ê ditirse îktîdara wê ya zilamî biheje. Loma bi hemû sazî û dezgehên xwe hewl dide hêz û muxalefta jinan bin pê bike. Bi ya min sedemeke zêdebûna cinayetên jinan jî ev e. Lê êdî jin bêtir xurt in û hay ji vê hêza xwe hene. Hikûmet ji vê hêzê ditirse û mînaka vê ya dawî jî şideta li Taksîmê ye. Çima hûn ditirsin? Jinên bê tanq û top tenê dibêjin 'mafên jinan bin pê nekin, cinayetên jinan rawestînin, dev ji îstismarkirina zarokan berdin.'" 
 
Arin, destnîşan kir ku niha ji eniya jinan ve berxwedan û têkoşîneke nû dest pê kiriye û got: "Berê mirov ditirsiyan ku Tirkiye bibe weke Îranê. Niha dev ji Îranê berdin, dixwazin wehabîtiya Erebîstana Suûdî bînin. Tiştên tên kirin nîşaneya vê ye. Berê me hewl dida em mafên xwe yên heyî berfirehtir bikin, lê niha jî em hewl didin mafên xwe yên heyî biparêzin. Her ku jin xurt dibin zext û zoriya li ser wan jî zêde dibe. Niha em di pêvajoyeke ku ji bo jinan hepsî malê bikin dev ji nafaqaya xizaniyê, Qanûna Jimare 6284 a Astengkirina Şideta Li Hemberî Jinê û Parastina Malbatê berdin û îmzeya xwe ji bin Peymana Stenbolê bikişînin. Lê têkoşîn berdewam e."