Rojnamevanên jin: Em ê karê xwe bidomîn in

  • jin
  • 09:13 17 Cotmeh 2018
  • |
img

STENBOL – Rojnamevanan diyar kir ku girtina rojnamevanan ne tesadufî ye û gotin: "Lê tevî hemû çewisandin û astengiyan jî, em tim bibêjên rojnamevanî ne sûc e û em ê karê xwe bikin." 

Bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 9'ê Cotmehê de polîsan avêt ser malên gelek rojnamevan û siyasetmedaran. Di çarçoveya van operasyonan de rojnamevan Kîbriye Evren hat girtin. Her wiha di dema operasyon hatin kirin de 7 sal û 6 meh ceza jî li nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Seda Taşkin hat birîn. Rojnamevan bertek nîşanî vê yekê dan û destnîşan kirin ku rojnamevanî ne sûc e. 
 
GUL: GIRTIN NAVÊ DÎTIR Ê SANSURÊ YE 
 
Rojnamevan Dilek Gul, destnîşan kir ku di serdemeke ku şideta li hemberî jinê zêde dibe û destkeftiyên jinan tên xespkirin de, girtina rojnamevanên jin ne tesadufî ye û got: "Bi awayekî giştî çapemenî bi mudaxileyan rûberû ye û çapemeniya kurd û muxalif jî tê girtin. Di vê serdema ku jin hepsî malê tên kirin û bêhêz tên hiştin de, tehemulî rojnamevaniya wan jî nayê kirin. A rast ev girtin di asasê xwe de navê dîtir ê sansurê ye." Gul, destnîşan kir ku operasyon beriya hibijartina herêmî hatine kirin û bi vê yekê tê xwestin ku nivîsandina bêedaletiyê bê astengkirin. Gul got: "Lê ew jî baş dizanin ku ev rojnamevan ji salên 90'î ve dininivîsînin û dê binivîsînin jî. Loma girtin, KHK ji bo rojnamevanên jin nikarin bibin asteng." 
 
ESER: JI BER RASTÎ NIVÎSANDIN HATIN GIRTIN 
 
Nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) Sadiye Eser, anî ziman ku di demên dawî de zext û zoriyên li ser rojnamevanên jin zêde bûne û got: "Rojnamevanên jin ên kurd dîtineke din li çapemeniyê zêde kirin. Asta êrîşên li hemberî rojnamevanên kurd ku li ser şopa çapemeniya azad a Gurbetellî Ersozê ne zêde ye. Her roj çewisandin zêde dibin û hevalên me tên binçavkirin û girtin. Di îdianameyan de tiştên eletewş tên nivîsandin, lê belê dîsa jî em dizanin ku ji ber hevalên me rastiyê dinivîsînin tên binçavkirin û girtin." 
 
Herî dawî Eser bi bîr xist ku 7 sal û 6 meh ceza li rojnamevan Seda Taşkin hatiye birîn û rojnamevan Kîbriye Evren hatiye girtin. Eser xwest hevalên wan bên berdan. 
 
PÎŞKÎN: EM Ê KARÊ XWE BIKIN  
 
Nûçegihana Evrenselê Cansû Pîşkîn jî, diyar kir ku hema bêje di hemû serdeman de li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê bi pirsgirêk e û bi taybetî jî ji dema Rewşa Awarte ve ev binpêkirinên pir zêde bûne. Pişkîn got: "Her çend rewşa Awarte bi awayekî fermî bidawî bûbe jî, hîn jî gelek hevpîşeyn me ji ber fealiyetên rojnamevaniyê tên darizandin û ceza li wan tê birîn. Herî dawî 7 sal û 6 meh ceza li nûçegihana MA'yê Seda Taşkin hat birîn. Taşkin ne ji ber nûçeyên xwe, ji ber nûçeyên di Twîtterê de parve kir hat darizandin. Lê em rojnamevanên jin tevî hemû çewisandin û astengiyan jî em ê tim û tim bibêjin rojnamevanî ne sûc e û em ê karê xwe bikin." 
 
KAHRAMAN: ROJNAMEVANÎ NE SÛC E 
 
Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Pîrê (PÎRHA) Sevîm Kahraman jî got: "Ji ber şidetê em nikarin rojnamevaniyê bikin û mafê nûçewergirtinê yê gel jî tê xespkirin. Lê ev yek di demên dawî de pir zêde bû. Bi binçavkirin û girtinan tê xwestin me çavtirsandî bikin. Rojnamevanî wekî sûc tê hesibandin. Em dixwazin rojnamevanên jin ên hatine girtin bên berdan. Çimkî rojnamevanî ne sûc e." 
 
MA / Necla Demir