‘Em ê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de destkeftiyên xwe paşve bistînin'

  • jin
  • 09:04 15 Cotmeh 2018
  • |
img

RIHA - Xebatkara Navenda Jinan a Sara ya Şaredariya Xalfetiyê Fatma Korkmaz, diyar kir ku piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat hat kirin li ser navê jinê çi hebû hemû tune kir û wiha got: "Em dê di hilbijartinên rêvberiyên herêmi de hemû destkeftiyên xwe paşve bistînin. Em dê qeyûm dîsa bişînin cihê wî yê berê."

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), di hilbijartina 2014'an a rêveberiyên herêmî de bi ferqek mezin Şaredariya Xelfetiyê qezenç kir. DBP'ê, piştî şaredarî qezenç kir, dest bi xebatên binesazî, civakî, pîşeyî û xizmeta ji bo jinan kir. Lê di 23'ê Kanûna 2016'an de bi fermana Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Beriya qeyûm tayîn bikin Hevşaredarê Xelfetiyê Mustafa Bayram, bi îdîaya “Endamê rêxistinê" girtin. Li şûna wî Qeymeqamê Xelfetiyê Şeref Albayrak wekî qeyûm hat tayînkirin. Albayrak piştî wekî Qeyûm hat ser kar ewil Navenda Jinan a Sara  ku di 8'ê Adara 2016'an de hat vekirin kilît kir. Der barê jinan de çi hebû girt û jinên xebatkar ji kar avêt. 
 
DI 9 MEHAN DE GELEK KAR KIR
 
Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û xebatkara Navenda Jinê ya Sara Fatma Korkmaz, diyar kir ku piştî şaredariya DBP'ê navenda jinê li Xalfetiyê vekir, vê navendê ji bo jinan gelek xebat kir û wiha got: "Lê piştî qeyûm tayînî şaredariyê kirin û ev navend hat girtin, gelek xebat û projeyên me nîvco man. Navenda Jinê tenê 9 mehan vekirî ma. Di nava 9 mehan de gelek kar kir. Li gelek gundên Xalfetiyê bername pêk anîn. Jin ji bo mafê xwe agahdar û zane kir. Ji bo jinan kargerî ava kir. Jin li hemberî tundiyê hişyar kir. Navenda Jinê êdî bû navnîşana hemû jinên ku li kolan, mal û kar rastî tundiyê tên. Em tax bi tax û gund bi gund geriyan û me jinên ku rastî tundiyê ten û mafê wan tê binpêkirin hişyar û zane kir. Me li herêmê gelek xebat û çalakî meşand. Bi taybetî ji bo keçên 16 û 17 salî li dijî zewaca zû hişyar û zane kir. Me malbat hişyar kirin." 
 
'ME VÎNA JINÊ DERXIST KOLANÊ' 
 
Korkmaz, da zanin ku wan vina jinê ya di malê de asê mabû derxistin kolanê û baweriya jinan a li hemberî wan xurt kir. Korkmaz, destnîşan kir ku pişti qeyûm tayînî şaredariyê kir ewil Miduriyeta Jinê û Navenda Jinê ya Sara girtin. 
Korkmaz, bilêv kir ku piştî qeyûm tayînî şaredariyê kirin, jin hem ji xebatan û hem jî ji siyasetê dûr xistin û hişmendiya mêr anîn ser Şaredariyê. Korkmaz, da zanîn ku qeyûm dawî li xebata hemû jinan anî û jin dîsa di malê de hepis kirin û wiha got: "Qeyûm di bin navê xeatên şaredariyê de Qursên quranê vekir. Xwest jin her dem di xizmeta mêr de be." 
 
'EM DÊ MAF Û DESTKEFTIYÊN XWE DÎSA BI DEST BIXIN' 
 
Kokmaz, herî dawî da zanîn ku qeyûm polîtîkaya ku jinê bê hêz û îrade dihêle pêş dixe û wiha bi dawî kir: "Em dê di vê hilbijartina pêş de hemû destkeftiyên xwe yên ku qeyûm dest daniye ser dîsa bi dest bixin. Qeyûm hemû tişta li ser navê jinê tune kir. Lê em dê her tiştî ji nûve bistînin û em dê dîsa Qeyûm bişinin cihê wî yê berê."
 
MA / Erdogan Alayumat