'Barekî giran dikeve ser milê parlementerên jin'

  • jin
  • 09:25 14 Îlon 2018
  • |
img

ÎZMÎR - Jinên Îzmîrî der barê serdema nû ya Melîsê de ya di 1'ê Cotmehê de dest pê bike, fikrên xwe gotin û destnîşan kirin ku barekî mezin dikeve ser milê parlementerên jin. 

Serdema nû ya Meclîsê dê di 1'ê Cotmehê de dest pê bike. Jinên îzmîrî, destnîşan kirin ku di vê serdema nû de barekî mezin dikeve ser parlementerên jin.  Fîlîz Çalişan, anî ziman ku li Tirkiyeyê ji bo pirsgirêka jinan gavên baş nayên avêtin û mafên wan hemû hatine sînordarkirin. Çalişan, bi bîr xist ku dê Meclîs di 1'ê Cotmehê de vebe  û got: "Divê jin bêti di nav siyasetê de cih bigirin û serwext bibin. Çimkî em li dewleteke feraseta wê ya mêrî ye dijîn. Loma divê em bêtir serwext bibin û hay ji mafên xwe hebin. Ji bo jin di Meclîsê de zêde biaxivin, divê tim perwerdehî bên dayîn. Ji bo perwerdekirina taybet a jinan divê qanûn bênd erxistin. Em dizanin em di civakeke ku qîmetê nade jinê de dijîn. Jin li her qadê bi şidetê re rû bi rû dimîne. Keçeke min a 13 salî heye. Tim ez wê dibim dibistanê û tînim. Çimkî bawer nakim. Em dibin şahidên bûyerên wisa ku, êdî em nikarin di rê de bimeşin. Ji bo pêşeroja zarokên me şik û gumanên me hene. Tirkiye em xistin vî halî. Tevdîr nehatin girtin, ji bo guherîna van fikran pewerdehî nehatin dayîn. Eger di Meclîsê de hejmara parlementerên jin zêde bibe, dê li vî welatî gelek tişt biguherin. Dê şer biqede, gel bê perwerdekirin. Dixwazim jin Meclîsê bi rê ve bibin." 
 
‘EM BI JINÊN DI MECLÎSÊ DE NE BAWER IN' 
 
Hayat Îzgî jî, diyar kir ku hêviya wan pir ji jinên di Meclîsê de ne heye. Îzgî, anî ziman ku ji bo rê li ber şidetê û îstismarkirina zarokan bê girtin divê gavên baş bên avêtin. Îzgî, bilêv kir ku ji bo di cinayetên jinan de kiryara sûdê ji 'daxistina ceza' negirin divê jin li Meclîsê dengê xwe bilind bikin. Îzgî, destnîşan kir ku êdî Tirkiye ji bo jinan veguheriye girtîgeheke nîv vekirî û got: "Ji bo di temenekî biçûk de zarok bên zewicandin qanûn tên çêkirin. Dewlet dixwaze feraseta xwe enjekteyî civakê bike. Qanûnan ji bo berjewendiyên xwe derdie. Divê îstismar bê astengkirin û hemû qadên ku zarok lê ne bên kontrolkirin. Ji bo vê yekê qanûnên heyî jî bên sepandin, dê gelek tişt biguherin. Eger di Meclîsê de jin netêkoşiyana, dê niha li Tirkiyeyê jin nikaribûna ji malê derketana. Loma divê parlementerên jin têkoşîna jinan bêtir têxin rojevê. Em bi wan bawer in." 
 
‘BAREKÎ MEZIN DIKEVE SER MILÊ PARLEMENTERÊN JIN' 
 
Nîmet Aslan jî, diyar kir ku heta niha dewletê li Meclîsê ji bo jinan qanûneke erênî dernexistiye û divê parlementerên jin li dijî qanûnên ke li hemberî wan tên derxistin derkevin. Aslan got: "Meha borî 41 jin hatin kuştin. Ji dêvla ku di şideta li jinê tê kirin parêzvan bê dayîn, divê qanûnên heyî bên sepandin. Divê sûcdar bi awayekî giran bên cezakirin. Gelek mafên jinan hene. Lê ji bo ev li Meclîsê pêk bên, divê jin tev bigerin. Ji bo jin aboriya xwe pêk bînin divê kargehên biewle bên çêkirin. Ji bo jin di nav malê û civakê de neyê binpêkirin divê hin qanûn bên çêkirin. Di rewşeke biçûk de jî jin tê cezakirin. Divê meaşê betaliyê bidin her jinî. Çimkî jin li derî qada xebatê tê hiştin an jî meaşekî kêm distîne." Aslan, diyar kir ku di vî warî de barekî mezin dikeve ser milê parlementerên jin. 
 
MA / Ayşe Surme