'Feraseta tu yê hem bixebitî û hem li malê binêrî qebûl nakim'

  • jin
  • 09:12 11 Tebax 2018
  • |
img

STENBOL – Mamoste Arzû Kuçuk, diyar kir ku sedema nedîtina keda li nav malê ji ber feraseta nêrza ye. Kuçuk, destnîşan kir ku keda li nav malê pirî caran bi çewisandineke hestiyarî pûç dibe û got: "Ez feraseta ku tu yê hem kar bikî hem jî li malê binerî qebûl nakim." 

Di qada cebatê de jin bi gelek çewisandinan re rû bi rû dimînin û ev karbeşiya zayendîparêz sîrayetî her qadên jiyanê dike û bi xwe re nahêle "keda li nav malê" bê dîtin. Jinan ev yek nirxand. 
 
MULAYÎM: ÎTIRAZA MIN JI BO KARBEŞIYA ZAYENDÎPARÊZ HEYE
 
Kedkara nav malê Melîha Mulayîm (61) diyar kir ku jin ji keda nayê dîtin na, ji karê ku lê dixebitin teqawid dibin. Mulayîm, destnîşan kir ku divê karbeşiya zayendîparêz ji holê bê rakirin û ev rol bibin wekhev û got: "Pênaseya min a di qada têkoşîna kedê de, parvekirina kar e. Îtiraz min ji bo vê yekê heye. Ji bo hêsankirina karê jinan û ji bo bi karê xwe re canêcanê nebin, daxwaza me ew e ku li her taxê kreş bên çêkirin. Dê ev yek ji bo jinên ku dixebitin û naxebitin bibe cihê rihetiyê û wê feraseta hespkirina malê birûxîne. Fikra min di vî warî de ye." 
 
KUÇUK: ENCAMA FERASETA NÊRZA YE 
 
Kedkara nav malê Arzû Kuçuk (28) jî diyar kir ku keda nayê dîtin encama feraseta nêrza ya 7 hezar salî ye û ji ber ku mulkiyeta taybet di dest mêrî de ye ev rewş derketiye holê. Kuçuk, kapîtalîzm û ferasetaa nêrza li hev kiriye ku jin berpirsiyarê keda nav malê be û got: "Xwazî bila jin kedkara nav malê be an nebe, lê dî sajî keda nav malê hemû li ser milê wê ye. Di heman demê de pergalê ev tişt li jinê ferz kiriye. Mêr jî bi awayekî baş sûdê ji vê yekê digirin. Her roj dema diçin kar û tên, bi maleke paqij û hemû pêdiviyên wan pêk hatine re rû bi rû dimînin. Ev rewş ji bo wan wekî rewşeke normal dixuyê. Ji bo berdewamiya vê rewşê jî mêr tehakumuya xwe dewam dike." 
 
'PIRÎ CARAN JÎ BI AWAYEKÎ HESTIYARÎ ŞIKIL DIGIRE' 
 
Kuçuk, diyar kir ku şideta li nav malê û bûyerên tacizî yên li qada cemaweriyê zêde bûne û got: "Li van deran em bi çewisandên wisa re rû bi rû dimînin û di heman demê de bi çewisandineke hestiyarî re jî ev tê erêkirin û ji ber ku van karan dike kêfxweş dibe. Bi van tiştan re tiştekî wisa li jinan peyda dibe. Çi bi şidetê, çi bi gefxwarinê û çi jî bi erênîkirinê hemû wextên xwe li malê bi paqijkirinê, şûştina kinc û cilan û hrw. re derbas dikin. Jina dixebite jî ne dûrî vê ye. Jin du mesaiyan dike. Serê sibehê diçe karê xwe û dema ji kar vedigere mesaiya nav malê dest pê dike. Ev rewş dibe sedema ku hem mêr, hem dewlet hem jî sermaye bi awayekî zêde qezenc bike." 
 
‘FERASETA TU YÊ HEM BIXEBITÎ HEM JÎ LI MALÊ BINERÎ QEBÛL NAKIM' 
 
Kuçuk, diyar kir ku ew mamsotetiyê jî dike û got: "Ji bo me jinan tê gotin ku mamostetî pîşeya herî baş e. A rastî ev yek tiştekî wisa tîne. 'Tu mamoste yî, tu yê danekê biçî kar û danê dinê jî li mala xwe û bi malbata xwe re derbas bikî.' Ez vê yekê qebûl nakim. Ez wextê xwe yê mayî wekî wextekî ku karibim xwe pêş ve bixim dibînim." 
 
CEYHAN: TÊKOŞÎNA MIN A JI BO NAV MALÊ BERÎ Û PIŞTÎ TEQAWIDBÛYÎNA HEVJÎNÊ MIN PÊŞ KET 
 
Kedkara nav malê Nîlgun Ceyhan (49) jî diyar kir ku li ser wê çewisandineke manewî heye û got: "Zor û zehmetiyên fizîkî û bedenî yên bi wan re rû bi rû mam piştî demekê nîşan da ku bi hêlekê li jiyanê dinerim. Belkî niha jî ev têkoşîn wekî kedkara nav malê didome, lê wisa difikirim ku zêde zêde çewisandineke manewî heye. Têkoşîna min a li nav malê berî û piştî teqawidbûyîna hevjînê min pêş ket. Dema dixebitî hikma wî ya li nav malê zêde hikma mêrî bû, çimkî nizanibû ez li malê çi dikim lê piştî teqawid bû û em bi hev re man hay ji keda min a nav malê çêbû. Me danûstendin kirin. Hem di warê xweyîkirina zarokan hem jî di warê karên nav malê de... Bawer bikin dema ciwan bûm bêtir diwestiyam, lê niha tahma wê derdxim. Hîn jî hevjînê min bersiva pirsgirêk û xemgîniyên ku berê bi wan re rû bi rû mame nedane. Ji bo di gelek waran de alîkariya min bike pêdiviya me bi temenekî din heye." 
 
MA / Necla Demîr